* Zekiye Atalay ku kurê wê Aydin Atalay 58 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Xewa birîndara tê, xewa birçiyan nayê. Bila kes nemire. Bila daxwaza wan bê qebûlkirin."
* Berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 171'emîn de dewam dike.
* Endamê Dîwana Serokatiya YNK’ê Ferid Eseserd diyar kir ku ji bo avakirina hikûmetê YNK’ê û KDP’ê li hev kirine, lê hêj ev li hevkrin bi awayekî fermî îmze nekirine. Eseserd anî ziman ku li bendê ye di nava mehekê de hikûmet bê avakirin. Eseserd anî ziman ji ber her çerçeyek Kurdistanê bi meseleyên xwe yên herêmî eleqeder dibin meseleya yekîtiya neteweya kurd ne rojeva sereke ye. Ferid Eseserd bal kişand ser reşwa Kurdên Bakurê Sûriye jî û wiha got: “Divê Kurd û Şam li hev rûnên û Şam mafê Kurdan bi qanûnan mîsoger bike.”
* Esnafên Wanê diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên îktîdarê ne û got: "Bi wî pereyê ku didin tanq û topan, wê aboriya welat baş bibe. Ev krîz wê bi aştiyê çareser bibe."
* Necîma Tûran ku kurê wê Ridvan Tûran 124 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku daxwaza zarokên wan daxwaza wan e.
* Xwendekara Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Altinbaş a Stenbolê Rojîn Muştak, bilêv kir ku polîsan wê revandiye û jê re gotine di HDP'ê de nexebite. Muştak, anî ziman ku ji roja ku hatiye revandin hetan niha tê şopandin.
* Endamên ESP, SKM, SGDF û OGK'ê tevî xizmên girtiyan dest bi greva bidom û dorveger kirin û serdana sazî û dezgehan dkin û balê dikişînin ser armanca çalakiyê.
* Rîkar Kawa Huseyîn (21) ku li sînor hat girtin, ji ber di telefona wî de wêneyên YPG'iyan hebûn bi "endamtiya rêxistinê" hat tawanbarkirin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Parêzer Bahrî Ogûz ku bi dildarî bû parêzerê wî, Rîkar şiband karakterê Josef K. yê romana "Doz" a Franz Kafka.
* Parêzer Leyla Han Tuzel bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û xwest hiqûq ji bo her kesî wek hev pêk bê. Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can jî got: "Ji bo yekîtiya Tirkiyeyê û biratiya gelan deng bidin."
* Li Qoserê, polîsê bi navê Suleyman Esenboga, Mazlûm Tûranê 16 salî kuştibû. Dadgehê sal û 10 meh û 15 roj ceza li Esenboga birî. Lê belê parêzeran îtiraz kir û dadgehê îtiraza wan qebûl kir. Parêzerê dozê Erdal Kûzû, anî ziman ku divê doz bi sûcê "kuştina bi qesdî" bê kirin.
*Hilbijartina Meclîsa Jinan a Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) dê li avahiya DTSO pêk bê.(09.00)
* Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin wê di hefteya 735'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
*Li navçeya Pirsûs a Rihayê, dayikên zarokên wan di girtîgehê de, dê li avahiya HDP'ê ya navçeyê dest bi çalakiya nobetê bikin. (13.00)
*Hewldana 78'an, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên jinan û odeyên pişeyî, ji bo bîranîna kesên di 1'ê Gulana 1977'an de li Qada Taksîmê jiyana xwe ji dest dan, dê li Hevraza Kazanci daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê bi dirûşmeyae "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 478'an de li navçeya Konakê ya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê di hefteya 370'an de çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam bikni. (13.30)
*Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî dê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ziyaret bikin. (15.00)