AMED – Serokê Odeya Avahîsazan Eyup Muhcu di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de axivî û diyar kir ku Elçî ji bo ku nirxên aştî, biratî û çandê parast bi plankirî û qestî hat kuştinê.
Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê berê yê Baroyê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bên dîtin di hefteya 173’yemîn de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xistin. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Serokê Giştî yê Odeya Avahîsazan Eyup Muhcu, rêveberên Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê û gellek parêzer başdar bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin.
Serokê Baroyê Cîhan Aydin diyar kir ku li gel 3 sal bi ser kuştina Elçî re derbas bûne jî hêj di qonaxa destpêkê de ne û ji bo dosye bê amadekirin rapor ji Saziya Tiba Edlî (ATK) re şandine. Aydin xwest ATK bi lezgînî raporêamade bike û ji Dozgeriya Komarê re bişîne.
Serokê Giştî yê Odeya Avahîsazan Eyup Muhcu jî axivî û Elçî ji bo ku nirxên aştî, biratî û çandê parast bi plankirî û qestî hat kuştinê.