ÎZMÎR – Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ji bo mitînga 1’ê Gulanê ya dê li Meydana Gundogdu bê lidarxistin banga beşdariya mitîngê kirin.
Li Îzmîrê Komîteya Amedakar a Mitînga 1’ê Gulanê ku ji Hêzên Ked û Demokrasiyê pêk tê ji bo banga mitîngê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û nûnerên saziyan beşdarî daxuyaniyê bûn û li Kemeraltiya Îzmîrê daxuyanî dan. Dirûşm berz kirin û banga “Werin em ji bo kar, edalet, azadî û demokrasiyê li Meydana Gundogduyê kom bibin” kirin û xwestin her kes beşdarî mitîngê bibin.
Li ser navê komîteya amadekar Berdevkê Demê yê Platforma Şaxa a KESK’ê ya Îzmîrê Necîp Vardal daxuyanî da û banga beşdariya mitîngê kir. Piştî daxuyaniyê belavokên 1’ê Gulanê hatin belavkirin.