AMED – Walîtiya Amedê bi boneya dê îro Hevserokê HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî bidina, hemû rêyên diçin ber hepsê girtin.
Hevserokê Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan Buldan û Sezaî Temellî û şandeya xwe dê îro li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixistana. Walîtiya Amedê hêceta daxuyanî neyê dayîn hemû rêyên diçin ber girtîgehê li çûnehatê girt. Walîtiyê îda kir ku daxuyaniya hevserokan li dijî qanûnan û hiqûqê ye.
Piştî ku bi fermana walîtiyê polîsan bi maşîneyên zirxî rê girt, çûnehata li bajêr serûbin bû û herikîna trafîkê hat asta sekinandinê.