AMED – Parêzerê Lîderê Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê Ahmet Saadet, Mahmod Hassan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ziyaret kir. Hasan piştî serdanê diyar kir ku pêvajoyê wisa li Filîstînê diqewimin û got: “Wê ev çalakî bigîhîje armanca xwe û tecrîd rabe.”
Parêzerê Lîderê Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê (FHKC) Ahmet Saadet, Mahmod Hassan, Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 170 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber xwe dide ziyaret kir. Hassan demek bi Guven re sohbet kir. Pişt re li ber mala Guven daxuyanî da çapemeniyê.
‘JINEK GELLEK BI HÊZ E’
Hassan Guven wek “Jinek pir bi hêz û xurt” pênase kir û got têkoşîna Guven ji bo pêkanîna aştiyê ye.
Hassan wiha got: “Armanca sereke ya Guven rakirina tecrîda li ser Ocalan e. Tecrîd cezayê herî xerab e. Polîtîkaya tecrîdek wiha girankirî û dirêj divê neyê pêkanîn. Di tu devera dinyayê di tu qanûna de cezeyek wiha nîne.”
‘WÊ ÇALAKÎ BIGÎHÎJE ARMANCA XWE’
Hassan da zanîn ku ew bi bawerin dê çalakiya greva birçîbûnê ya Guven bi serkeftinê bi encam bibe û got: “Wê ev çalakî bigîhîje armanca xwe û tecrîd rabe.”
‘HEMAN PÊVAJO TÊN SERÊ GELÊ FILÎSTÎNÊ JÎ’
Hassan anî ziman ku pêvajoyek bi heman rengî ya bi serê gelê kurd de diqewime l ili Filîstînê jî heye û got: “Li wir jî dadgehên leşkerî yên Îsraîlê hene. Ev dadgeh welatiyên Filîstînê digirin û bi pêkanînên tecrîdê didin cezakirin.”
‘AKTÎVÎSTÊN FILÎSTÎNÊ JÎ KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ’
Hassan diyar kir ku bi taybetî malbatên li herêma Gazzeyê dijîn nikarin zarokên xwe yên di girtîgehên Îsraîlê de bibînin û wiha got: “Di demên dawî de aktîvîstên Filîstînî jî dest bi greva birçîbûnê kirine. Li ser vê yekê rayedarên Îsraîlê destûr dan malbatên Filîstînê Ku biçin zarokên xwe bibînin. Mafê wan ên telefonê dîsa dan wan. Ka em ê bibînin dê sozdayîna rêveberên Îsraîlê ku dane dê bînin cih an jî neynin.”
Hassan piştî daxuyaniyê ji mala Guven veqetiya.