SILÊMANÎ - Mamosteyê Zanista Kîmya ya Zangoya Silêmaniyê Dr. Şivan Abdullah Hemed, piştgirî da çalakgerên grava birçîbûnê û wiha got: “Brêz Leyla Guven sembola jina xwedavendan e. Ew hêjayî xelata aştiyê ya Nobelê ye. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina hemû gelê Kurd û Rojhilata Navîn e. Tecrîd bi destê dewletên derve pêk tê."
Mamosteyê Zanistiya Kîmya ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Abdullah Hemed, li ser çalakiyên greva birçîbûnê, tecrîd û yekîtiya neteweya kurd nirxandinên girîng kir. Dr. Hemed, ewil li ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rawestiya û wiha got: “Ez di serî de silav û rêzên xwe ji bo çalakgerên grevê dişînim. Bi taybet hevala me ya Hêja Leyla Guven silav dikim. Ez di kesayetiya Leyla Guven de sîmbola jinek xwedavend dibînim. Ez dixwazin rexneyekê jî bikim. Hinek kom û hîzbên biçûk xelad didin Leyla Guven. Lê lazim e Xelatê Nobel a Aştîyê bidin Leyla Guven. Ne xelatên biçûk. Bi rastî jî xebatek herî mezin e li dijî tundiyê bi rêve dibin. Ji bo azadiyê dest ji ruh û canê xwe berdidin gavek pir mezin e. Tecrîda li ser Brêz Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd e. Di heman demê de li ser gelê Rojhilata navîn ên azadiyê dixwazin e. Tenê alternatifek ku niha hebe, ew jî fikrên Ocalan e. Ji ber fikrên Ocalan ên azadiyê niha tecrîd danîne ser Ocalan.”
‘OCALAN LI ÎMRALIYÊ FIKRÊN XWE BÊTIR GEŞ KIR’
Dr. Hemed, destnîşan kir ku zindanîkirina Ocalan a li Îmraliyê û bi tecrîdê armanc dikin ku Ocalan ji civakê biqetînin û wiha axivi: “Lê Birêz Ocalan li Îmraliyê bêtir fikrên xwe yên ji bo azadî û wekheviyê geş kir. Bi nivîsên xwe bandorek mezin li ser kurdan çêkir. Hemû berxwedanên pêş dikevin bi fikrên Ocalan pêş dikeve. Armanca tecrîdê jî ewe ku perçebûna civaka kurd berdewam bike. Ew azadiya ku ji bo Ocalan tê xwestin azadiyek bedenê nîne. Bi rastî pêdiwiya Birêz Ocalan ji azadiya bedenî tune ye. Azadiyek wî ya fikrî hebûya, wê rewş cudatir buya. 3-4 salin ew azadî li wî hatiye qedexekirin.”
‘BERXWEDANA KEÇ Û XORTÊN LENENG Û TÊKILIYA BI OCALAN RE NEHIŞT KOBANÊ BIKEVE’
Dr. Hemed, bal kişand ser rola Ocalan a serkeftina Kobanê jî û wiha got: “Ger ku em vegerin destpêka şerê DAIŞ'ê, di dema şerê Kobanê de têkilî bi Brêz Ocalan re hebû. Serkeftina Kobanê bi îradeya keç û xortên leheng ên Kobanê bûn. Li gel vê yekê jî ew têkiliya bi Birêz Ocalan re bû ku bu sedem ku Kobonê nekeve destê çeteyên DAIŞ. Lê di şerê Efrînê de nebûna piştevaniya Birêz Ocalan, bû yek ji sedemên ketina Efrînê. Dewletek mezin a wekî Tirkiye ku endamek mezin a NATO ye bi piştevaniya hemû cîhan, Efrîn dagir kir.”
‘FIKRÊN OCALAN GELAN LI HEV KOM DIKE’
Dr. Hemed li ser girîngiya fikrên Ocalan a li ser yekîtiyê jî rawestiya û wiha got: “Birêz Ocalan çavkaniya aştiyê ye. Ew fikr û bîrdoziya wî, gel anine gel hev. Niha li Bakurê Suriye jiyanek komîn heye. Ez bi xwe çûme wir û min bi xwe dîtiye ku gelên wir çawa bi hevre dijîn. Hemû beşên civakê, netew, ziman û baweriyên cuda bi hevre dijîn. Ev yek jî mucîzeyek e li Rojhilata Navîn. Dijberî wê li Iraqê Kurd nikarin li gel kurd bijîn. Lewra Hewler nikare li gel Silêmanî bijî. Bexde nikare li gel Basra bijî. Sedema vê yekê jî nebûna fikrê ye. Lazim rêz li vê fikra Oclana bê girtin ku rengên cuda karibin bên cem hev. Dagirker ji ber vê yekê li dijî fikrên Ocalan e. Naxwazin civaka Rojhilata Navîn bibin yek. Naxwazin ku bi hevre bijîn. Hêzên derve dixwazin cudahiyan çekin û şer pêş bikeve. Dixwazin xwîn bê riştin. Ji ber ku ji vê cudahiya civakê sûdê digirin."
‘BÊ HELWESTA DEWLETÊN EWROPA YA LI DIJÎ TECRÎDÊ KOMKUJIYA MIROVAHIYÊ YE’
Dr. Abdullah Hemed, destnîşan kir ku bere wî texmîn dikir ku destên hêzên derve di tecrîdê de tunebe û wiha lê zêde kir: “Ewê ku piştevaniya gelê kurd dikin gelên Ewropa ne. Ne ku dewletên desthilatdar in. Teqez destê Brîtanya û Almanya di tecrîdê de heye. Ji ber ku wana aşkere piştevaniya dewleta Tirk dikin. Çekan difiroşin Tirkiye. Ew jî dizanin ku Tirkiye wan çekan li hemberî kê bikar tînin. Bê helwestiya dewletên ewropa ya li hemberî tecrîda Birêz Ocalan karesatek mirovi ye. Ev yek komkujiyek mirovî ye. Ev yek bi her awayî li diji mirovahiyê ye. Cihê wê di mirovahiyê de tune ye. Heta ku Birêz Ocalan di zîndanê de be, tu nirxekî miravî ku dewletên Ewropayî pê pesnê xwe didin ên wekî demokrasî, mafên mirovan û azadî bi ser nakevin û bi pirsgirêk in. Bi azadiya Ocalan ev nirxên gerdûnî bi wate dibin.”
‘DEWLETÊN DAGIRKER YEKÎTIYA KURDAN NAXWAZIN’
Dr. Şivan Hemed bal kişand ser yekîtiya Kurdan jî û wiha bi ndawî kir: “Ji bo em girîngiya yekîtiya neteweya Kurd fêm bikin lazim e em vegerin wê dema ku Kurd hatin perçekirin. Ew dema ku gelê Kurd perçe kirin, siyaseta kurd jî perçe kirin û birêve birin. Niha di nava perçeyan de jî dîsa kurd tên perçekirin. Şeklek li gurubê siyasî yên nû ava dikin. Mînak li başûrê Kurdistan du perçe hene. Beşa zer û beşa kesk. Di nava beşa kesk de jî beşa şîn ava bû. Ev perçekirina kurd bi pergalek zanîn hatiye avakirin. Evyek jî pirsgirêkek mezin ji bo kurd çêkiriye. Hatina gel hev ya van perçeyan pir dijwar e. Lê ne karekî ku çênebe. Pêwistî bi hişyariyek neteweya demokratîk heye. Ji bo vê yekê jî lazim e destpêkê her ferdê kurd xwe nas bike. Ez kîme çime. Dikarim çawa bibim Kurdekî demokrat. Kurdek bim ku wekheviya hemû reng û baweriyan qebûl bikim. Bi hemû reng û cudahiyan re bijîm. Netewe û baweriyên din jî qebûl bikim. Ev hişyarî jî gelek girîng e. Lê mixabin vê hişyariyê di nava gelê kurd de nabîmin. Ji nêzîk ve agahiya min ji kar û barê KNK'ê heye. Ez ji bo vê hewldana KNK'ê spas dikim. Cihê rêz û pênasînê ye. Lazim e ew hewldana zêdetir berdewam û lez be. Her wisa nîşeyek min a din heye. KNK jî bûye şiklekî partiyên Kurdan. Li ser esasa partiyan hatine gel hev. Divê sîwaneya hemû reng û baweriyên gele Kurd be. Hemû reng û cudahiyan hembêz bike. Divê di bin baneyê wê de nûnertiya jin, ciwan û nûnertiya hemû beşên cuda hebe. Divê xwe ji sînorê fikra partiye rizgar bike.
Astengiya herî mezin a li pêş yekîtiya neteweya kurd dewletên derdor û dagirker in. Ji ber ku yekkîtiya Kurdan li dijî berjewendiya dewletên dagirker in. Ew bi xwe tev li perçekirina Kurdan bûne. Bi xwe raste rast li diji yekîtiya kurd dernakevin. Bi rêbazên destên cuda mudaxale dikin. Ev pêşî li hatina gel hev a Kurdan û çêbûna yekîtiya kurdan digirin."
MA / M. Alî Ertaş