EDENE – Suleyman Gultekîn ku 57 roj in di greva birçîbûnê de ye, bêdengiya heyî rexne kir û got: "Heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî didome. Yek ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye jî Suleyman Gultekîn e. Gultekîn, 57 roj in di greva birçîbûnê de ye.
‘DIV EV BÊDENGÎ BI DAWÎ BIBE'
Gultekîn, bi rêya malbata xwe bang li her kesî kir û xwest civak bêdengiya li ser xwe daweşîne. Gultekîn, anî ziman ku 57 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "A rast bdengiya gelê me balê dikişîne. Em dizanin gelême gelekî berxwedêr e. Divê ji vê bêdengiyê re bêje êdî bes e. Ji bo ji girtîgehan cenazeyên girtiyan dernekevin dengê xwe li dengê zarokên xwe û girtiyên azadiyê zêde bikin. Divê xwedî li me derkevin. A girtiyên azadiyê dikuje bêdengî ye. Divê ev bêdengî ji holê bê rakirin."
‘EM Ê DEV JI ÇALAKIYA XWE BERNEDIN'
Gultekîn, destnîşan kir ku divê bêdengiya heyî bê şikandin û got: "Divê her kes li dor girtiyan bibe xelek û rojek berî rojekê tecrîda li ser Rêber bê şikandin. Bila her kes baş zanibe ku heta tecrîd bi dawî nebe em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
‘EM DIHELIN'
Gultekîn got: "Her diçe em dihelin. Û eger em bi darbestan jî derkevin derve em ê dev jê bernedin. Niha em di asteke krîtîk de ne. Hin hevalên me li ber şehadetê ne. Em bang li gelê xwe dikin; divê bal bikişînin ser vê berxwedanê."
MA / Hamdullah Kesen