STENBOL - Zekî Gungor ku birayê wî Yasîn Gungor 132 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku birayê wî pir zihîf bûye û gotiye, garidyan êrîşî wan dikin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de yek jê jî Yasîn Gungor e. Gungor, 2 sal in girtiye û ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye.
Bav Selamettîn Gungor, destnîşan kir ku gelê kurd bi tevahî tê tecrîdkirin û got: "Tê bîra min nayê bîra min gelê kurd tê tecrîdkirin û ev tecrîd niha jî didome. Lê em ê bi zext û zoriyên wan bi paş ve gav neavêjin. Eger em paş ve gav bavêjin, em ê ji xwe dûr bikevin. Loma em heta dawiyê destekê didin Yasîn. Heta tecrîd bi adwî nebe wê zarokên me çalakiya xwe bidomînin."
‘BILA KES NEMIRE'
Bav Gungor ku got "Em ji Yasîn re bêjin dev ji çalakiya xwe berde jî dev jê bernade", got: "Ez nikarim mudaxileyî wî bikim. Lê bang li dewletê dikim. Kesên dewletê bi rê ve dibin çawa nêzî zarokên xwe dibin bila nêzî yên me jî bibin. Heta niha 8 cenaze ji girtîgehan derketine. Bila êdî kes nemire. Wezareta Dadê, Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Tenduristiyê dikare vê yekê rawestîne. Heta tecrîd bi adwî nebe wê çalakiya greva birçîbûnê jî bidome. Tenê em dixwazin tecrîd bi dawî bibe."
Dayik Secîde Gungor, diyar kir ku ji ber kurê wê di greva birçîbûnê de ye nexwestiye wê bibîne û got: "Kurê min naxwaze wî di wî halî de bibînim. Ji min re dibêje 'Eger tu min di vî halî de bibînî, tu yê nikaribî îdare bikî.' Ez niha jî îdare nakim. Dilê min diêşe. Bila êdî tecrîda li ser zarokên me bi dawî bibe. Tenê ne Yasîn ên di greva birçîbûnê de hemû zarokên min in. Dilê malbatan diêşe. Êdî em jî nikarin tiştekî bixwin. Ez dixwazim êdî ev tecrîd bi dawî bibe."
ZIHÎF BÛYE
Birayê wî Zekî Gungor ku du hefte berê birayê xwe dît, got: "Wexta min wî dît di roja 112'an de bû. Vê carê pir guherîbû. Bûbû 43 kîlo. Pir zihîf bûye. Yasîn, got piştî roja 45'an hew vîtamîn dane wan. Eger dermanê wan bidana wê ev qasî zihîf nebûna. Eger 5-6 kîloyên din jî zihîf bibe wê masûlekyên wî bihelin."
ZEXTÊN GARDIYANAN
Gungur, bilêv kir ku birayê wî gotiye gardiyan hem bi devkî hem jî bi awayekî fizîkî êrîşî girtiyan dikin û her diçe ev êrîş û şidet zêdetir dibe. Gungor, diyar kir ku birayê wî gotiye gardiyan tên odeyên wan û dibêjin "Ma hîn hûn nemirine? Wê cenazeyên we ji vira derkeve?" Her wiha Gungor, bilêv kir ku gardiyan her sibeh diçin qawîşan û li serê hevalên di greva birçîbûnê de ne didin, guhê wan dikişînin û heqaretê li wan dikin.
‘LI BENDÎ PIŞTGIRIYÊ NE'
He wiha Gungor, anî ziman ku birayê wî gotiye hin girtiyên di greva birçîbûnê de xistine qawîşên girtiyên ji dozên din û got: "Got, hevalekî wan xiztine qawîşeke ku DAIŞ'iyek lê heye. Got, ev meseleyeke pir cidî ye. Got, lê çi dibe bila bibe ew ê bi paş ve gav navêjin û bi tu awayî tawiz nedin. Yasîn ji min re got, 'divê mirov guh bidin banga me û piştgiriyê bidin. Eger destekê bidin wê mesele demildest hel bibe.'"
MA / Ferhat Çelik