STENBOL – Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku di 1'ê Gulanê de ew ê li 81 bajaran dakevin qadan û got: "Ji bo 1'ê Gulanê em bang li hemû kedkar, karker, jin, xizan û betalan dikin."
Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, bal kişand ser 1'ê Gulanê Cejna Karkeran.
'EM Ê LI 81 BAJARAN DAKEVIN QADAN'
Bozgeyîk, diyar kir ku niha rojeva wan a sereke 1'ê Gulanê ye û bal kişand ser rêjeya kesên betal. Bozgeyîk, got: "Li gorî daneyên TUÎK'ê zêdetirî 4 milyonan betal hene. Her wiha rêjeya kesên ciwan ên betal jî her diçe zêdetir dibe. Her diçe kedkarên cemaweriyê jî xizan dibin. 130 hezar kedkarên cemaweriyê hatine betalkirin. Ji evan kesan 4 hezar û 500 kes jê endamên KESK'ê ne lê belê hîn venegeriyane ser karê xwe. Akademîsyenên aştiyê ji zanîngehan hatin betalkirin û tên darizandin. Her wiha her diçe zext û zoriyên li ser siyaseta demokratîk jî zêde dibin. Li girtîgehan nêzî 7 hezar kes ji bo tecrîd bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ne. Loma em KESK em ê tu carî teslîmî betalî û xizaniyê nebin. Em ê di 1'ê Gulanê de li 81 bajarî dakevin qadan."
‘MIL BI MIL'
Bozgeyîk, diyar kir ku li bajarên wek Stenbol, Îzmîr, Amed û Mêrsînê tevî hemû rêxistinên pîşeyî, partiyên siyasî û hêzên demokrasiyê tev digerin û got: "Em bawer dikin ku em ê 1'ê Gulana îsal veguherînin platformeke ku her kes doza mafên xwe bike. Loma em bang li hemû kedkar, karker, ciwan, jin, betal û xizanan û kesên ehlê çareserkirina pirsgirêka kurd, ehlên demokrasî û aştiyê dikin ku li dijî polîtîkayên çewsîner ên AKP'ê mil bi mil dakevin qadên 1'ê Gulanê. Wexta em îktîdara AKP-MHP'ê bi paş ve bibin em ê bi ser bikevin. Eger em bi hev re tev bigerin wê gelên Tirkiyeyê bi ser biekvin û wê di demeke kurt de Tirkiye ber bi demokrasiyê ve biçe."
MA / Sadiye Eser