AMED – Safiye Devîren ku du zarokên wê, xwişkek wê û zavayekî wê girtîne û di greva birçîbûnê de ne, got: "Em li ber dikevin. Lê zarokên me doza mafê xwe dikin. Ji ber mirov doza mafê xwe dikin divê neyên tawanbarkirin."
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijş tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Safiye Devîren ku kurê wê Serdar û Suleyman Devîren, xwişka wê Mehtap Metîn û zavayê wê Omer Aslan girtîne û di greva birçîbûnê de ne, got: "Em li ber dikevin. Lê zarokên me doza mafê xwe dikin. Ji ber mirov doza mafê xwe dikin divê neyên tawanbarkirin."
20 SAL IN GIRTIYE
Serar Devîren (45), di sala 1999'an de li Mûşê hat girtin û du caran cezayê muebeta giran lê hat birîn. Niha li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Birayê wî Suleyman Devîren jî di sala 2016'an de wexta li Zanîngeha Bedlîsê beşa hemşîretiyê dixwend hat girtin û 8 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn û niha li Girtîgeha Tîpa T a Cirnê Reş ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.
57 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
Mehtepa Metîn jî di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê hat girtin û 57 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê de ye. Birayê wê Omer Aslan jî di 18'ê Cotmeha 2018'an de li Pirsûsê hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Cirnê Reş ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.
Dayik Safiye Devîren diyar kir ku rêza wê ji bo biryara zarokên wê heye û got: "Kurê min Suleyman dema li Bedlîsê hemşîretî dixwend roja dayikan hat girtin. Dewletê diyariya roja dayikan da min. 3 sal in di Girtîgeha Cirnê Reş de ye. Ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Du hefte berê çûm cem wî. 10 kîloyan zihîf bûye. Em li ber dikevin. Lê zarokên me doza mafê xwe dikin. Ji ber mirov doza mafê xwe dikin divê neyên tawanbarkirin. Em dayikên diêşin. Heta pêvajo baş nebe wê dev ji çalakiya xwe bernedin."
MA / Esra Solin Dal