AMED - Nîmetûllah Erdogmûş ê HDP’î di civîna derbarê grevên birçîbûnê de axivî û got: “Leyla Guven bi çalakiya xwe dixwaze rêya aştiyê veke û muxatabê wê Meclîs û dewlete. Encam û nêrînên di civînê de derbikevin holê, dê ji bo pêşeroja welat girîng bin.”
Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) li Amedê, bi armanca balê bikişînê ser grevên birçîbûnê yên dewam dikin, bi tevlîbûna kesên oldar civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li otelekê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Endamê Dîwana Hevserokatiyê, ji damezrînerên AKP’ê Fatma Unsal Bostan, Parlementerên HDP’ê Mûsa Farisoglûllari, Huda Kaya, Nîmetûllah Erdogmûş, Îmam Taşçier, Saliha Aydenîz, Omer Farûk Gergerlîogullari, Komeleya Şêx Saîd, Der Îlîm, nûnerên Partiya Mirov û Azad, gel rû sipî û kesên oldar beşdarî civînê bûn. Di civînê de pankartên “Deng bide berxwedana greva birçîbûnê û Leyla” û “Ne mirin, bila çareserî, hiqûq û edalet pêş bikeve, tecrîd rabe û kes nemire” hatin vekirin.
Parlementerê HDP’ê yê Riha Nîmetûllah Erdogmûş axaftina vekirinê ya civînê kir û beşdarvan silava kirin. Erdogmûş, di dewama axaftina xwe wiha got: “Rûmetdariya me ya li vê derê, berî her tiştî hêz û lêgerîneke. Ger manewiyat, di pisûleya lêgerînê de dereng bimîne, gotina xwe winda dike.”
Erdogmûş ji hevokên Quranê mînak dan û wiha bilêv kir: “Hişyariya her ayetekê heye. Tişta em dibin xêre, meşrû ye. Hemû tiştên em dibin xêre, edalet û hiqûqîne. Divê hiqûq jî û exlaq jî, rekor bişkîne, berpirsiyariya xwe bi cih bîne.”
‘YEKEMÎN MUXATABÊ GUVEN MECLÎSE'
Erdogmûş, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin û wiha pê de çû: “Berxwedana hevala me Leyla Guven ji bo mirovahiyê bangeke. Ev bang ji bo ku şer, xerabî û bêedaletî çênebin, başî, hiqûq û aştî pêş bikeve, bangeke. Ev bang ne tenê ji bo me ye. Yekemîn muxatabê vê bangê Meclîse. Xwediyên vê bangê wekîlên endamê meclîsê ne. Dewlet bi xwe ye.”
Civîn piştî axaftina vekirinê, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.