ENQERE – Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di danişîna doza xwe de têkildarî hevdîtinê “pêvajoya çareseriyê” ya bi Ocalan re got: “Welatiyên Komara Tirkiyeyê, kurd, tirk û muxalefetê bawerî bi hev anî û xwestin pêvajoyê birêve bibin. Çima dozgerek ji vê aciz dibe?”
Danşîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di roja duyemîn de li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê dîtin. Demîrtaş bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.
Parlamenterên HDP’ê û komek parêzer danişînê dişopînin.
Demîrtaş têkildarî fezlekeyên bi îda yên derbarê xwe parastina xwe kir û got: “Dozgerê ku bi doza TIR’ên MÎT’ê Ahmet Karaca yê niha girtî tê nasîn derbarê min de fezlekeya jimara 13’an amade kiribû. Di 2010-2011’an de gellek endamên me bi hevkariya AKP-Cematê hatibûn girtin. Ji ber xebatên em xwedî li hevalên xwe derketin, dozgerên cematê bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ doz li me vekirin. Piştî 9 salan jî niha ez têm darizandinê.”
‘KESÊN HEVDÎTINA BI OCALAN RE ASTENG DIKIRIN HEBÛN’
Demîrtaş amadekirina fezlekeya îdaya “pesindayîna sûc û sûcdar” wek “daraz wezîfeya xwe xerab bikar tîne” nirxand û got: “Bi Ocalan re tu hevdîtin nedihat kirin. Me jî di Newrozê de û her cihê fersend lê didît qala vê mijarê dikir. Wek ku min got kî aciz bû? Dozgerê ku fezlekeye amade kiriye kî ye endamê cematê ye. Li ser navê kî tevger kiriye? Belkî dema wî bixwe jî vê yekê dikir, nizanibûye ji bo kî xizmetê dike. Yanî yên van dijberiyan kirin, ji bo ku navê Ocalan anî ziman me dan girtin. Di esasê xwe de wan kesên gotin fezlekeyan amade bikin, li kolanê bikujin û li wan bidin, rojnamegeran lînc bikin, bêkar bihêlin kesên ku hevdîtina bi Ocalan re asteng kirine ne. Aciz bûn. Çima? Çimkî pêvajoya li Oslo dest pê kir û pişt re li Îmraliyê domiya, ne di kontrola van hêzan de bû. Welatiyên Komara Tirkiyeyê, kurd, tirk û muxalefetê bawerî bi hev anî û xwestin pêvajoyê birêve bibin. Çima dozgerek ji vê aciz dibe? Heke siyasetmedarek ji bo pêkanîna aştiyê ya welat diaxive û nîqaş dike, çima dozgerek ji vê aciz dibe? Ya ku yekser li wir dozger eleqdar dike qey sûcê xiyaneta li dijî welat kiriye? Na. Ev mewzûyek polîtîk e.”
‘DOZGER NIKARIN BIRYAR BIDIN’
Demîrtaş da zanîn ku dadgehên cezayê sulhê bi awayek li dijî qanûnî biryara guhdarkirinê girtine, li hemû hêzên di hundirê emniyetê de guhdar kirine û eşkere kirine û armanca vê yekê ew bûye ku di raya giştî de bertek biafirînin û zextan li ser muxalefetê bikin. Demîrtaş wiha domand: “Di dawiya dawî de divê pêvajoyên çareseriyê yên bi vî cûreyî bihatana birêve birin. Axaftinên me yên derbarê Ocalan de bi tu awayî ne sûc e. Wê demê hemû rayedarên dewletê li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Axaftinên min hemû nêrîn û ramanên min ên siyasî bûn. Dozger nikarin biryarê bidin ez ji kî re bêjim birêz û nebêjim.”
‘WÊ DERBARÊ KESÊN DESTÊ ÊRÎŞKAR MAÇÎ KIRIN DE MUAMELE BÊ KIRIN?’
Demîrtaş bal kişand ser berdana bersûcê êrîşî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu kir û got: “Hûnê derbarê kesê ku kulm li Birêz Kiliçdaroglu da û pişt re berdan û destên wî maç kirin muameleyekê bikin? Bila rabin binêrin ka kî pesnê sûc û sûcdar dike. Ev helwesta û nakokoyên daraza alîgirên îktîdarê ji ber çavê me nareve. Heke pesindayîna sûc û sûcekê li holê hebe bila li tiştên duh qewimîn binêrin.”
Danişîna Demîrtaş berdewam dike.