ÊLIH – Cendirmeyan û polîsan serê sibê zû bi ser du gund û du taxên Navçeya Hezoya Êlihê de girtin û 4 welatî binçav kirin.
Serê sibê zû cendirmeyan û polîsan bi ser mezraya Gundê Nû ya girêdayî Gundê Reşedara, gundê Eynhesarê û taxên Tepecîk û Kemalpaşa (Gazê Topê) yên Navçeya Hezoya Êlihê de girt û avêtin ser malan. Cendirmeyan û polîsan li malan lêgerîn pêk anî û eşyayên malan serûbin kirin. Cendirmeyan li mezraya Gundê Nû welatiyê bi navê Serkar Altan, ji gundê Eynhesarê welatiyê bi navê Zekî, ji taxa Kemalpaşayê welatiyê bi navê Nasir Barlik û ji taxa Tepecîk Aydin Ariturk binçav kirin.
4 welatiyên hatin binçavkirin ewil birin Fermandariya Cendirmeyan a Hezoyê û pişt re jî derxistin Dozgeriya Hezoyê. Piştî kar û barên binçavkirinê her 4 welatiyan birin Fermandariya Cendirmeyan a Êlihê. Hêceta binçavkirina 4 welatiyan nehat zanîn.