EYN ÎSA – Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîd Hemîd Mehbaş ê ku di nava heyet abi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtinê kir de cih girt diyar kir ku wan bi Macron re li ser fikrek yekîtiyê li hev kiriye.
Heyeteka ku ji Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Xweser pêk hat çend roj berê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de mijarên wek siyasiyet û dîplomatîkiya herêmê û gellek mijarên din nîqaş kirin. Hin rayedarên Fransayê jî li gel Macron di civînê de bûn. Ji Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî 6 nûner ango navên girîng cih girtin.
Yek ji van navan jî Hevserokê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Xweseriyê Ebîd Hemîd Mehbaş bû û têkildarî hevdîtinê axivî.
Mehbaş da zanîn ku hevdîtin li ser vexwendina Fransayê pêk hatiye û di hevdîtinê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çawa bibe, amadekariyên xebatên makeqanûna nû, avakirina dadgeha navnetewî ya ku DAIŞ’î bên darizandin û rewşa Fransayê li têkildarî herêmê û gellek mijarên din nîqaş kirine. Mehbaş got ew di dawiya civînê de di gellek mijaran de li ser yekbûna fikrekê li hev kirine.
‘PIŞTEVANIYA FRANSAYÊ DÊ JI BO QSD’Ê BIDOME’
Mehbaş derbarê hevdîtina pêk anîn de van agahiyan da: “Rewşa herêmê û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hat dayîn ji mijarên serekê bûn. QSD’ê di vî warî de gellek li ber xwe da û têkoşiya. Ev têkoşîn û serkeftina pişt re hat tenê ne serkeftina herêmê wek serkeftina hemû dinyayê hat îlankirin. Serokkomarê Fransayê, eşkere kir ku ew ê destekê bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Diyar kirin ku heta DAIŞ bi temamî biqede dê destekê bidin hêzên QSD’ê.”
JI BO AVAKIRINA HERÊMÊ DESTEKA ABORÎ DÊ BÊ DAYÎN
Mehbaş anî ziman ku ji bo avakirina ji nûve ya herêmê ku pêdivî bi piştevaniya aborî heye jî axivîne û Fransa di vî warî de gotiye ku dê piştevaniya xwe berdewam bikin.
Mehbaş bi bîr xist ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de gellek navendên hêrêmê zirar dîtine û hatine rûxandin û got: “Ji bo ev der ji nûve bên çêkirin û herêm bigîhîje îstîkrara xwe dê alîkariyên aborî dewam bikin. Di serê van bajaran de Reqa, Dêra Zor û bajarên din tên. Şerê li dijî terorê hat dayîn li holê ye. Her wiha gotin ku ji bo welatiyên li kampan dijîn çi ji destê wan bê dê bikin.”
GEFÊN TIRKIYEYÊ
Mehbaş destnîşan kir ku yek ji mijara hevdîtinê jî gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û wiha got: “Em li ser sînorên herêma me û Tirkiyeyê bo bê parastin hemfikir bûn. Herêma me niha bi gefên Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Ew jî di ferqa vê yekê de ne. Ew jî di vê mijarê de heman fikirê bi me re parve dikin. Ew jî dixwazin ji bo parastina gelan tişta bikeve ser milê wna dê bikin û bînin cih. Hêzên aîdî Fransayê, dê mayîna xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam bikin.”
XEBATÊN NÛ YÊN MAKEQANÛNÊ
Mehbaş diyar kir ku bi taybetî ew li ser makeqanûna ji aliyê Rûsyayê û hêzên din ve ketiye rojevê bi berfirehî axivîn e û got: “Birêz Macron got ‘Divê rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di amadekariyên xebatên makeqanûnê de cih bigirin.’ Ji bo vê yekê hewldanên wan hene. Ji bo em div ê xebatê de cih bigirin me komîtiyek ji parêzeran pêk tê ava kir. Di vî warî de xebat û plansaziyên me hene û em amade ne. Dê çend kes di komîtiyê de cih bigirin û çawa bixebitin jî diyar bûye. Di komîteyê de tenê ne kurd, ereb, sûryanî, ermen û tirkmen jî hene. Divê gelên herêmê beşdarî pêvajoya makeqanûnê bibe. Her wiha ji bo amadekirina makeqanûnê jî komîteyên li derve hatine amadekirin wê di çavdêriya hêzên koalîsyonê de bin. Divê gelên Sûriyeyê hemû bi hev re di vê yekê de cih bigire.”
‘FRANSA JI BO DADGEHKIRINA DAIŞ’IYAN AMADE YE’
Mehbaş da zanîn ku yek ji mijara civînê ya girîng jî dadgehkirina DAIŞ’iyan e û wiha got: “Ji bo avakirina dadgehek navnetewî jî nîqaşên me çêbûn. Me diyar kir ku bi taybetî DAIŞ’î ji kîjan welatî hatibin divê ew welat destekê bidin pêvajoya dadgehkirinê. Niha di destên me de bi hezaran DAIŞ’î hebin. Ji bo darizandina van em ji gellek derdoran li benda piştevaniyê ne. Divê bi taybetî jî piştevanî ji van welatên DAIŞ’î jê ne were. Ji bo edalet cihê xwe bibîne divê gavek berê gavekê dadgeh were avakirin. Ev rewş yek ji xala sereke ya civîna me bû. Fransa bi awayek germ li vê meseleyê mêze kir û pêşiya her kesî tê. Diyar kirin ku ji bo avakirina dadgehê xebatên wan dewam dikin.”
MA / Nazim Daştan