MEREŞ – Di operasyona navenda wê Mereş bû de li 3 bajaran 7 kesên hatin binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bazarcixê de duh li Edene, Aydin û Enqereyê di serdegirtinên malan de 7 kes hatibûn binçavkirin û wan biribûn Fermandariya Cendirmeyan a Bazarcixê. Kar û barên binçavkirinê yên li cendirmeyan xelas bûn û wan derxistin dozgeriyê û ew bi daxwaza pêkanîna kontrola edlî seweqî Cadgeha Cezayê Silhê kirin. Dadgehê Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Seyhanê Bêrîvan Gokalp, Xebatkarê Navenda Giştî ya HDP’ê Vedat Pekgenç, endamê HDP’ê Velî Uzun, hunermend Mecît Ozluk û Bahar Bozkurt, kesên bi navê M.G. û B. B. bi şertê kontrola edlî berda.