ŞIRNEX – HDP’ê ji bo veguhezandina bi hezaran esker, polîs û cerdevan ku li navenda Şirnex, navçeyên wê Elkê û Qilebanê û gellek bajarokan qeyd kiribûn û bandor li ser hilbijartinê kir, îtîrazî YSK’ê kiribû. YSK’ê bi hêceta “halek bibandor nîne” red kir.
Beriya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an AKP’ê serî li rêbazên sosret dabû û bi hezaran polîs, esker û cerdevan li ser navenda Şirnex, navçeyên wê Qileban, Elkê û çend bajarokan qeyd kiribû. Li van deveran AKP bi saya van hilbijêrên veguhezandî di hilbijartinê de bi ser ket. Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê ji bo li van deveran hilbijartin ji bo bê nûkirin, serlêdana awerte li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dabû.
YSK’ê serlêdana HDP’ê bi hêceta “halek bibandor nîne” red kir.
Hevserokê HDP’a Şirnexê Zekî Îrmez diyar kir ku bi hilbijêrên veguhezandî qedera hilbijartinê hat guhertin û dê têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin.