QAMIŞLO - 2’yemîn Mîhrîcana Fîlmên Rojava di salvegera Komkujiya Sînema Amûdê ku duh dest pê kir didome.
Bi pêşengtiya Komuna Fîlman a Rojava û Yekîtiya Çand û Hunera Demokratîk a Cizîrê, 2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Rojava di salvegera Komkujiya Sînema Amûdê de duh dest pê kiribû îro bi bernameyên cûda didome. Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo dest pê kir. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, partiyên siyasî, şervanên YPG'ê yên birîndar û gelek welatî beşdarî mîhrîcanê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî beşdar hatin silavkirin. Hevseroka Konseya Rêveber a TEV-DEM'ê Asya Ebdullah li mîhrîcanê de axivî û qurbaniyên Komkujiya Sînema Amûdê bi bîr anî. Ebdullah ji ber erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re jî xwest.
Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Cizîrê Bêrîvan Xalid jî destnîşan kir ku mîhrîcan wê di pêşketina sînemeya Rojava de xwedî girîngiyek mezin be.
Li dû axaftinan, navê fîlmên bên nîşandan û derhênerên wan hatin xwendin.