AMED - Qeyûmê Şaredariya Yenşehîrê Serdar Kartal, 83 milyon lîre deyn xistiye stuyê şaredariyê. Qeyûm 810 parsêlên erdê şaredariyê tahsîsî weqfa TUGVA'yê kiriye ku ev weqf a kurê Erdogan Bîlal Erdogan e. Her wiha qeyûm ji bo Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî 841 hezar lîre xerc kiriye.
Di 8'ê Kanûna 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Yenîşehîr a Amedê hat kirin. Pêşî qaymeqam Mehmet Ozel û paşê jî Serdar Kartal wekî qeyûm tayînî şaredariyê hatibûn kirin. Lê belê piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP bi ser ket, derket holê ku şaredarî heta qirikê di nav deynan de ye.
28 MILYON KREDÎ KIŞANDIYE
Qeyûm ji Bankeya Îllerê 25 milyon û 520 hezar lîre, ji Bankeya Zîraatê 3 milyon lîre pere kişandiye. Her wiha gelek al û milkên şaredariyê jî tahsîsî hin sazî û weqfan kiriye.
JI BO QURSÊN QUR'ANÊ Û DIBISTANAN 27 MILYON LÎRE XERC KIRIYE!
Qeyûm ji bo 22 dibistanên girêdayî Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Bajêr û ji bo hin kursên Qur'anê û selihandina hin mizgeftan 27 milyon û 587 hezar lîre pere xerc kiriye.
Her wiha ji bo Sevgî Evlerî jî 600 hezar lîre, ji bo çêkirina rêya sîteyê 24 hezar û 919 lîre û ji bo hint iştên din jî 771 hezar û 862 lîre pere hatiye xerckirin. Her wiha 44 hezar û 561 lîre hîbeyî Fermandariya Qolordûya 7'an kiriye û ji bo fermandariyê jî bi 4 hezar û 64 lîreyan jî mobîlya kriiye.
JI BO ERDOGAN Û SOYLÛ 841 HEZAR Û 446 LÎRE XERC KIRIYE
Ji bo ragihandina merasîma vekirina Kulliyeya Hamîdiyeyê ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû tev lê bû 105 hezar û 388 lîre û ji bo merasîma vekirinê jî 669 hezar û 339 lîre hatiye xerckirin. Ji bo ragihandina mîtînga 9'ê Adarê ay Serokomar Erdogan jî 66 hezar û 719 lîre hatiye xerckirin.
83 MILYON DEYN
Qeyûm ji 1'ê Çileya 2019'an yanî di 3 mehan de 27 milyon lîre deyn û bi giştî 83 milyon û 666 lîre deyn xistiye stuyê şaredariyê.
Her wiha qeyûm Mala Şînê ya di li Baxçeyê Dibistana Gaffar Okan de û Mala Şînê ya li Gundê Elîdolûyê ji bo 25 salan da Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeyê. Avahyeke îaredariyê ya li Taxa Fabrîkayê û Navenda Pîşeyî û perwerdehiyê ya Jinê ya Hz. Hatîce jî ji bo 25 salan daye qeymeqamtiyê û 810 parsêlên li Semta Ofîsê jî ji bo 25 salan daye weqfa TUGVA'yê ku ya Bîlal Erdogan e. Parka Azîz Sancar, Parka Alî El Cezerî, Parka Nûrettîn Mahmût Zengî, Parka Tûrgût Ozalê jî ji bo 25 salan daye Miftîtiya Navçeyê.
Navenda Çandê ya Rabîa Tul Adeviyye bêyî bedêl daye qeymeqamtiyê û Navenda Çandê ya Aliya Îzzetbegovîç jî bêyî bedêl daye miftîtiya navçeyê.
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç