ŞIRNEX – Dayika girtî Mervan Ertaş, Aqîde Ertaş diyar kir ku ji ber ew bi kurmancî bi kurê xwe yê di greva birçîbûnê de ye axivî telefon tê qûtkirin û got: “Wê hêj çiqas dilê dayikan bişewite?”
Girtî Mervan Ertaş li Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê tê ragirtin. Ertaş ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. 7 sal in girtî ye û bi îdaya “endamtiya rêxistinê” 12 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hat birîn. Mamê Ertaş, Resûl Ertaş jî li Girtîgeha Konyayê bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ye.
ERTAŞ: EM JI BO BIJÎN LI BER XWE DIDIN
Dayika Ertaş, Aqîde Ertaş anî ziman ku herî dawî 2 meh berê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û got: “Tenê dengê wî hat min. Kurê min herî dawî got ‘Em ji bo bijîn li ber xwe didin.’ Dengê wî baş nedihat. Digot ‘Em başin. Em ji bo dilê dayikan neşewite têdikoşin.’ Xwest kêfa me li cih be.”
Dayik Ertaş destnîşan kir ku her roja ku diçe rewşa girtiyan nebaş dibe û wiah got: “Em dixwazin aştiyek mayînde pêk were. Divê em werin gel hev û xwedî li zarokên xwe derkevin. Wê hêj çiqas dilê dayikan bişewite?”
‘JI BER EZ BI KURMANCÎ AXIVÎM TELEFONÊ DIGIRIN’
Dayik Ertaş anî ziman ku herî dawî dema bi kurê xwe re diaxivî çend caran telefon hat girtin û got: “Ez ji bilî kurmancî tu zimanek din nizanim. Ji ber ez bi kurmancî axivîm telefonê digirin. Ez nikarim bi kurê xwe re bi zimanê xwe biaxivim. Ez ê biçim daxwazname bidim parêzer.”