ÊLIH – Li Êlihê polîsan bi ser mala endamê HDP’ê Halît Ergîn de girt, lêdan û ew binçav kirin.
Polîsan serê sibê zû li Êlihê bi ser malan de girt. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de endamê HDP’ê Halît Ergîn (50) û 2 kesên din hatin binçavkirin.
Polîsan deriyê mala Ergîn şikandin ketin malê û eşyayên malê serûbin kirin. Malbata Ergîn ragihand ku Ergîn nexweşê şeker û fitiqa piştê ye û polîsan gellek lêdaye û wî binçav kirine.
Hêceta binçavkirinê nehta zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.