RIHA - Necla Kanar ku kurê wê Mehmet Kanar di greva birçîbûnê de ye, got: "Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Bila kes piştî mirina bi hezaran kesan nebêje em mirov in."
Çalakiya greva birçîbûn ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 167'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya bi hezaran girtiyî didome. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Mehmet Kanar e. Kanar ku 3 sal in girtiye niha li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê di grev abirçîbûnê de ye.
ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛN
Dayika wî Necla Kanar, anî ziman ku her ku ew diçin girtîgehê bi heqaret û sixêfên gardiyanan re rû bi rû dimînin û kesên li dijî van pêkanînan jîd ertên, di navbera 6 meh û salekê de cezayê dîsîplînê li wan tê birîn.
Kanar, diyar kir ku kurê wê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye û gotiye heta encamê negirin wê çalakiya wan dewam bike. Dayik Kanar, diyar kir ku ji roja ku çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine xweşikî li mala wan xwarin nayê çêkirin.
‘ÊDÎ BES E GAV BAVÊJIN'
Kanar, diyar kir ku ji berê de dewlet dijminahiya kurdan dike û got: "Êdî bes e, ma wê heta kengî ev dijminatî dewam bike. 100 sal in hûn tahdê li kurdan dikin. Ji ber zilmê qebûl nakin hûn dijminatiyê dikin? 40 sal in dewlet bi kurdan re şer dike lê li holê tştek tune ye. Êdî fam bikin, em koletiyê qebûl nakin û em dixwazin wek mirovan bijîn. Zarokên me jî ji bo zarokên vî welatî baş bijîn bedena xwe dane ber mirinê. Êdî bes e, gavina bavêjin."
‘OCALAN TENÊ NE KESEK E'
Kanar, anî ziman ku Ocalan tenê ne kesek e û got: "Di şexsê Ocalan de civak hemû tê tecrîdkirin. Loma eger tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe wê zext û zoriyên li ser civakê jî bişikên. Ji ber vê divê gelên li Tirkiyeyê bibin dengê girtîgehan û rabin ser piya."
‘BILA KES NEBÊJE EZ MIROV IM'
Dayik Kanar bang li raya demikratîk û saziyên navnetewî kir û got: "Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Bila kes piştî mirina bi hezaran kesan nebêje em mirov in. Bi hezaran mirov bedena xwe dane ber mirinê, loma divê kes bi rihetî li mala xwe rûnenê. Eger rihet bin nexwe bi navê mirovahiyê tiştek li cem wan nemaye. Ji destê kê çi tê divê bike. Bang li dewletên biyanî jî dikim. Ji bo kurdan tiştekî bikin. Eger li cem we demokrasî hebe, nexwe tiştekî bikin."