MÊRDÎN – Mahsûn Şen ku di 5'ê Çileyê de li girtîgehê ket greva birçîbûnê, piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne. Şen, bilêv kir ku çalakiya wan li dijî tecrîda li ser gelan e.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jê Mahsûn Şen bû. Şen di 5'ê Çileyê de ket greva birçîbûnê, lê belê di 17'ê Nîsanê de hat berdan û niha çalakiya xwe li malê didomîne.
‘MORALÊ MIN BAŞ E'
Şen, diyar kir ku moralê wî baş e û got: "Heval ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin bibiryar in. Di warê fizîkî de her çend pirsgirêk heb in jî lê moralê min baş e. Hevalên me tim di dilê me de ne. Em ji hev dûr in, lê em ji bo heman armancê têdikoşin." Şen, bang li her kesî kir ku ji bo şikandina tecrîdê rola xwe bilîzin.
‘ÇALAKIYA ME LI DIJÎ TECRÎDA LI SER GELAN E'
Şen, anî ziman ku dibe ku li derve be lê daxwaza hevalên wî daxwaza wî ye jî û got: "Niha tevahiya Kurdistanê veguheriye girtîgehê. Tecrîd, tenê ne li Îmraliyê ye. Niha gel bi tevahî tên tecrîdkirin. Çalakiya me jî di şexsê tecrîda li ser Serok Apo li dijî tecrîda li ser gelan e."
‘DIVÊ HER KES ROLA XWE BILÎZE'
Şen, anî ziman ku ew naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin û got: "Em naxwazin dayikên me bigirîn. Nexasim çalakiya me ji bo dayikan e. Divê her kes rola xw ebilîze. Çi tirk, çi kurd, çi suryanî û çi jî ereb divê her kes rola xwe bilîze. Wexta rola xwe bilîzin wê pirsgirêk jî hel bibe."
Her wiha Şen, bang li Wezareta Dadê, CPT û Parlementoya Ewropayê kir û xwest berpirsiyariya xwe bi cih bînin."