WAN - Şakîr Sarikaya ku cezayê muebetê li du zarokên wî hatiye birîn û zarokek wî li sirgûnê ye, diyar kir ku rewşa kurê wî Zerdeş ê di greva birçîbûnê de, her diçe xirabtir dibe û wexta dikuxe xwîn ji deva tê. Sarikaya, got: "Tecrîd, sûc e. Kesên nebûne hevparê vî sûcî niha li ber xwe didin."
Malbata Sarikaya ku li Palandokena Erziromê dijî, kurê wan Zerdeşt Sarikaya, di Girtîgeha Tîpa L a Panosê û kurê wan Mehmet Nesîh Sarikaya jî di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê de ye. Zerdeşt Sarikaya, 53 roj in di greva birçîbûnê de ye. Zerdeşt, di sala 2012'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û cezayê muebeta giran lê hatiye birîn. Mehmet Nesîh Sarikaya jî 24 sal in di greva birçîbûnê de ye û nexweş e.
Bavê wan Şakîr Sarikaya, diyar kir ku hefteya borî bi telefonê bi kurê xwe Zerdeşt re axiviye û gotiye, vîtamîna nadin wan û bêhna qenalîzasyonê ji qawîşan tê. Sarikaya, bilêv kir ku her diçe rewşa kurê wî Zerdeşt xirabtir dibe û wexta dikuxe xwîn ji deva tê. Bav Sarikaya, diyar kir ku kurê wî Nesîh jî 24 sal in girtiye û nexweş e.
BERPIRSIYAR ERDOGAN E
Sarikaya, diyar kir ku li ber çavê mirovahiyê mirov ber bi mirinê ve diçin lê kes dengê xwe dernaxe. Sarikaya, anî ziman ku berpirsiyarê van mirinan Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan e û got: "Hindik maye hikûmet bêje 'kevir li ser kevir nehêlin.' Ê me di destek me de Qur'an û li ser zimanê me sixêf tune ye. Em wek xwe ne. Gotina me çi be cewhera me jî ew e. Hikûmey bi çavê dijminahiyê li kesên ku ne ji xwe dinere."
'BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
Sarikaya, destnîşan kir ku her roj li girtîgehan mirov dimirin û got: "Tecrîd sûc e. Kesên nebûne hevparê vî sûcî niha li ber xwe didin.Her roj darbest ji girtîgehan derdikevin. Ma kî dixwaze zarokên wan bimire? Bi mehan e em nikarin li ser sifrê rûnên. Bila tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibın."