* Berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 167'an dewam dike.
* Dayikên girtiyan ên li ber Girtîgeha Gebzeyê kom dibin berê qet hev nas nakin. Li ber girtîgehê bûne hevrêyên hev û bi hev re diqîrîn û dibêjin “Hûn dizanin dayikbûn hestek çawa ye?”
* Şakîr Sarikaya ku cezayê muebetê li du zarokên wî hatiye birîn û zarokek wî li sirgûnê ye, diyar kir ku rewşa kurê wî Zerdeş ê di greva birçîbûnê de, her diçe xirabtir dibe û wexta dikuxe xwîn ji deva tê. Sarikaya, got: "Tecrîd, sûc e. Kesên nebûne hevparê vî sûcî niha li ber xwe didin."
* Safiye Bayna ku kurê wê Ahmet Bayna 54 roj in di greva birçîbûnê de ye, got: "Ji bo aştî bê, divê tecrîd bi dawî bibe."
* Li Şirnexê, ciwanê bi navê Y.N. diyar kir ku polîsên xwe wek "îtixbaratvan" didin naskirin tim lê digerin û ji bo "çayvexwarinê" wî dibin emniyetê û heman kes wî tim dişopînin.
* Gûrbet Ozturk ku 88 roj in li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku her diçe rewşa wan xirabtir dibe û bijîşk wan kontrol nakin û got: "Dengê me bibihîsin, bidin bihîstin da her kes hay jê hebe."
* Mahsûn Şen ku di 5'ê Çileyê de li girtîgehê ket greva birçîbûnê, piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne. Şen, bilêv kir ku çalakiya wan li dijî tecrîda li ser gelan e.
* Serdar Şahîn ku 120 roj in di greva birçîbûnê de ye, êdî ji sedî 80 çavên wî nabînin. Bavê wî Mehmet Emîn Şahîn, bang li her kesî kir û got: "Roj ne roja sekinandinê ye."
* Necla Kanar ku kurê wê Mehmet Kanar di greva birçîbûnê de ye, got: "Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Bila kes piştî mirina bi hezaran kesan nebêje em mirov in."
* Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Dersimê, diyar kirin ku girtî bi çalakiya greva birçîbûnê bang li edaletê dikin û xwestin rojek berî rojekê hikûmet gavina bavêje.
* Alav û mala kerpîç a Tayyîp Ugur ê li Şirnexê dijî, ji ber barîna zêde ya çend rojên dawî zirarek mezin dîtin. Ugur diyar kir ku çayfiroşiyê dike û got: “Bi zorê debara xwe dikim. Ez tenê dixwazim ji bo zarokên xwe malekê ku serbanê wê naherike çêbikim.”
* Nobeta çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze dê roja 15'emîn de dewam bike. (12.00)
* Malbat û xizmên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, dê li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî bidin çapemeniyê û pişt re destbi çalakiya rûniştinê bikin. (12.00)
* Hevşaredarên HDP'ê yên Colemêrgê, dê derbarê deynên şaredariyê de, li avahiya şaredariyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00)