NAVENDA NÛÇEYAN - Osman Sarigun ê di cenazeyê eskere de kulm li Serokê Giştî yê CHP’ê da hat girtin.
Duh li navçeya Çûbûk a Enqerê, di merasîma cezayê eskerê de, êrîş li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû pêk hatibû û Serdozgeriya Komarê ya Enqerê lêpirsîn derbarê êrîşê de vekiribû. Osman Sarigun ê di cenazeyê esker de kulm li Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu xist hat girtin. Sarigun ê li Sîvrîhîsar a Eskîşehîrê hatibû binçavkirin, sewqî Edeliiya Çûbûk hat kirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Lêpirsîna îfadeyên kesên dibin çavan de yên li Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Çûbûk berdewam dike.