RIHA – Selman Buyuktop ê 108 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Rihayê hat kirin.
Girtî Selman Buyuktop ê ji 5’ê çile ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye ji Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Rihayê roja înê bêyî daxwaza wî sewqî Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Rihayê hat kirin. Buyuktop bi malbata xwe re hevdîtina heftane ya telefonê kir û got serê sibê bi ser qawîşa wan a B2 de hatiye girtin û di bin navê birina revîrê de bêserûber wî derxistine û birine Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Rihayê.
Hat zanîn ku Buyuktop ê 108 roj in di greva birçîbûnê de ye rewşa wî giran bûye û nikare derkeve hevdîtina parêzer û malbatê jî.