RIHA - Baroya Rihayê, tundiya polîsan a li dijî dayikên li ber Girtîgeha Gebze û Naçveya Qoser a Mêrdînê şermezar kir û derbarê polîsên mudaxile kirin de, serlêdana sûc kir.
Baroya Rihayê, derbarê mudaxileya tund a polîsan a li dijî dayikên li ber Girtîgeha Gebze û navçeya Qoser a Mêrdînê de daxuyanî da, tundiya li dijî dayikan şermezar kir û derbarê polîsan de serlêdana sûc kir. Daxuyanî avahiya baroyê hat lidarxistin û gelek parêzer beşdar bûn. Serokê Baroya Riha Abdullah Oncel daxuyanî da û wiha got: “Mudaxileya polîsan bi tu awayî nayê qebûl kirin. Ev êrîş nayin qebûl kirin. Tudiya li Gebze û Qoserê li dayikan hat kirin, li dijî Qanûna Cezayê Tirk û Hevpeymana Mafê Mirov a Ewropa ye.”
‘MEZIN BÛYE’
Oncel, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Helwesta hêzên ewlekariyê yên li dijî dayikên li ber Girtîgeha Gebze, çalakiyên li Amed û Mêrdîn ên aştîxwaz, bi êrîşa fîzîkî ya li ser Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu re gehiştiye lûtkê. Emê tu carî van nêzîkatiyên êrîşkar ên li dijî dayikan qebûl nekin û bibin şopdarên pêvajoya hiqûqî yên van bûyeran. Em di heman demê de êrîşa liser Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî şermezar dikin.”
Piştî daxuyaniyê, rêveber û endamên Baroyê, derbasî Edliya Riha bûn û derbarê polîsên êrîşî dayikan kirin de, serlêdanan sûc kirin.