NAVENDA NÛÇEYAN – CHP’ê li 81 bajaran bi awayek hemwext êrîşa li dijî serokê xwe yê giştî Kemal Kiliçdaroglu şermezar kir û hat gotin ev êrîşek organîzeyî ye û bang li Wezîrê Karê Hundir kirin ku îstafa bike.
Rêxistinên bajaran ên CHP’ê li 81’ê bajarî yên Tirkiyeyê û bajarên herêmê êrîşa li dijî serokê xwe yê giştî Kemal Kiliçdaroglu hemwext şermezar kirin. Li 81 bajarên daxuyanî hat dayîn bang li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu hat kirin ku îstîfa bike.
Yek ji protestoya girseyî CHP’ê li Taksîma Stenbolê li dar xist. CHP’iyan dovîzên îstîfaya Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu dixwestin hildan û dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hev” berz kirin.
Gellek rêxistinên civakî yên sivîl jî destek dan daxuyaniya CHP’a Stenbolê.
‘DIVÊ WEZÎRÊ KARÊ HUNDIR DEMILDEST ÎSTÎFA BIKE’
Serokê Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu daxuyanî da û diyar kir ku êrîş tenê li dijî Kiliçdaroglu pêk hatiye di heman demê de bêhurmetî li dijî malbata esker jî hatiye kirin. Kaftancioglu got: “Divê Wezîrê Karê Hundir demildest îstîfa bike.”
Şaredarê Stenbolê yê CHP’î Ekrem Îmamoglu jî piştî Kaftancioglu axivî û got: “Kesên vê tevgerê kirin e, ne komikekê pêk tê. Ev karek ku hatiye amadekirinê ye.”
Di heman saetê de li 81 bajaran rêxistinên CHP’ê daxuyaniya hevpar dan.