WAN – Hat ragihandin ku rojnamegerê girtî Nedîm Tufent ê 44 roj in di greva birçîbûnê de ye 10 kîlo daye û bêhalî, serêşan pê re peyda bûne.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Nedîm Turfent ê girtî ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Turfent di nameya xwe ya 13’ê nîsanê de nivîandibû ragihand k udi 44 rojan de 10 kîlo zeîf bûye. Turfent diyar kir k udi rojên dawî de serê wî diêşe, bêhalî, westandin û serêşan pê re peyda bûye. Turfent da zanîn ku di warê moral û motîvasyonê de tengezariyek wî nîne û got: “Lê fikar û tirs heye. Koma ewil 4 meh li pey xwe dihêle. Ez hêvîdarim ku wê canek din ji nava me neçe.”