ENQERE – Parêzvanê mafên mirovan û hiqûqnasan xwest li Enqereyê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk mudaxeleyî daxuyaniyê kir.
Komîsyona ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ku ji bo şopandina grevên birçîbûnê hat avakirin xwest li ber YKM’a Kizilya Enqereyê daxuyanî bidin çapemeniyê.
Piştî koma ji parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan pêk tê daxuyanî da dê bi dû re rapora amadekiribûn radestî Wezareta Dadê bikirina.
Polîs ji endamên komîsyonê re bûn asteng û xwetin belav bibin. Komê bi israr xwest daxuyanî bide û dirûşm berz kirin. Polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk mudaxele kir.
HEVBERDEVKA HDK’Ê DARBE JI SERÊ XWE XWAR
Di mudaxeleya tund de Hevberdevka HDK’ê ya Enqereyê Fatma Kİliçarslan darbe ji serê xwe xwar û wê rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku pişt re Kilisarslan binçav kirine.
PARÊZER HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsan di kêliya mudaxeleyê de parêzer Kenan Maçoglu, Veysi Eksî, Ahmet Baran û Bulten Aşa binçav kirin.
Piştî mudaxeleya polîsan koma parêzvanên mafên mirovan û hiqûqnasan derbasî ber Navenda Giştî ya ÎHD’ê bû û polîs li vir jî ji daxuyaniyê re bûn asteng.