MÊRDÎN - Çalakgerên li girtîgehan dest bi grevên birçîbûnê kirin û hatin berdan, li malên xwe yên navçeya Dêrikê berdewam dikin. Greva birçîbûnê ya Gurbet Ektîren 98, Mahsun Şen 108 û Mûrat Aksin jî 39 rojin bedewam dikin.
3 çalakgerên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û piştî hatin berdan li malên xwe yên li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê dewam dikin, hene. Çalakiya Mahsûm Şen di roja 108’an, Gurbet Ektîren di roja 98’an û Mûrat Aksîn jî di roja 39’an de berdewam dikin.
ŞEN TIŞTAN BÎR DIKE
Mahsûn Şen ê 108 rojin di greva birçîbînê deye, di meha Hezîranê ya 2016’an li Dêrikê hat girtin û kirin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Şen di 17’ê Nîsanê de hat berdan û ji wê rojê û vir ve çalakiya xwe li mala malbata xwe li Taxa Bahçelîevler a Dêrikê berdewam bike. Şen ji ber pirsgirêka nefes dayîn û standinê bi zorê di axive, qurçik û muvikên wî diêşin û tiştan ji bîr dike. Bijîşkên Odeya Bijîşkên Mêrdînê (MTO) yên peywirdar kirin, her roj kontrola tenduristiya Şen dikin û pêdiviyên wî yên bingehîn ji aliyê malbatê ve tên pêşwazî kirin.
AKSÎN BAVÊ 6 ZAROKANE
Mahsûm Aksin ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê kir û piştî hat berdan, çalakiya xwe li malê dewam dike bavê 6 zarokan e. Aksîn ê bi Mehsûn Şen re di heman dosyeyê de tên darizandin, di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Aksîn di 25’ê Adarê de hat berdan û çalakiya xwe li malê berdewam dike. Niha pirsgirkêk cîdî ya tenduristiya Aksîn tuneye.
MUVİKÊN EKTÎREN DI ÊŞIN
Gurbet Ektîren jî di sala 2015’an de hat girtin. Di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ma. Di 15’ê çile de dest bi greva birçîbûnê kir. Di 8’ê Adarê de hat berdan û li mala xwe ya li Taxa Cevîzpinar a Navçeya Dêrik a Mêrdînê greva xwe ya birçîbûnê didomîne. Kontrolên rûtin ên tenduristiya Ektîren tên kirin û pirsgirêkek cîdi ya tenduristiya wê tuneye. Lê hêdî êşên Ektîren dest pê kirine.
Hat zanîn ku birayê Ektîren ê piştî qedexeyên derketina derve yên li bajêr hat girtin Mehmet Ektîren û xalê wê Abdurrahma Şimşek jî, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene.