HESEKÊ – Ermeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di salvegera komkujiya ermeniyan roja 24’ê Nîsanê Tabûra Nûbar Ozanyan îlan bike. Endamên tabûrê gotin “Şoreşa Rojava kir ku em hatin gel hev. Ji bo 1915 carek din pêk neyên em ê gelê xwe biparêzin.”
Osmaniyan di 24’ê Nîsana 1915’an de dest bi qirkirina ermeniyan kir. Gellek rewşenbîrên ermenî hatin girtin, sirgûnkirin û kuştin. Li gorî qanûna Tehcîr (Sewq û Îskan) a di 27’ê gulana 1915’an de milyonek û nîv ermenî ji welatê xwe hatine koçberkirin. Kuştina bi hezaran ermenî 104 sal li pey xwe dihêle. Ermenî netewek qedîm a li ser axa Mezopotamyayê ne. Ermenî li her deverê Rojhilata Navîn û gellek deverên cîhanê belav bûne. Nifûsek zêde ya ermeniyan li Sûriyeyê û Iraqê bici bûn. Ermeniyên li Sûriyeyê bi cih bûn jî hatin kuştin. Ermeniyan li Sûriyeyê têkoşîna man û nemanê dan û bi şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re êrîşên giran li ser wan hatin kirin û bi qirkirinê re hevrû man. Bi Şoreşa Rojava re ermeniyan jî li ber xwe da û bûn yek ji netewa pêşeng. Ermeniyan li Rojava xwe di warê leşkerî de birêxistin kirin û yekemîn car tabûra leşkerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin.
TABÛREK ERMMENÎ
Endamên vê tabûrê ewilî di nava hêzên parastina Rojava de cih digirtin lê niha tenê ji ermeniyan tabûrek hat avakirin. Navê şervanê TKP/ML TÎKKO Nûbar Ozanyan (Orhan Bakirciyan) di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li tabûrê kirin. Ev demek dirêj bû xebatên vê taburê dihatin kirin û ev xebat bi dawî bûn. Dê di salvegera Qirkirina Ermeniyan 24’ê Nîsanê de îlana vê tabûrê were kirin. Li cihê tabur lê bê îlankirin amadekarî tên kirin.
JI KÎ PÊK TÊ
Ev tabur ji 50 kesan bêtir pêk tê. Hemû endam xizmên ermeniyên di 1915’an de li Sûriyeyê hatin qetilkirinê ne. Di nava van ermeniyan de yên ji Amed, Riha, Mûş, Bedlîs, Dîlok û Êlihê hatine hene. Yek ji van ermeniyan Masîs Otanyaf e û malbata wî ji Rihayê hatine sirgûnkirin. Otanyaf yek ji berpirsên tabûrê ye û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekemîn, tabûra ermeniyan e. Piştî taburen kurd, ereb û sûryaniyan tabûra ermeniyan tê. Me ji bo parastina gelê ermen ava kiriye. Me ermeniyên li bajarên mîna Qamişlo, Hesekê, Serêkanîyê, Dirbesiyê û Amudê belav bûne anî gel hev.”
ZIMANÊ ERMENIKÎ FÊR DIBIN
Endamên tabûrê demek dirêj di perwerdehiyê de derbas bûn û ji dersa wan sereke jî zimanê ermenîkî bû. Her roj bi awayek rêkûpêk dersa zimanê xwe dibînin. Wêneyên pêşengên ermenî daliqandine. Dersên dîrok, çand û hunera ermeniyan dibînin. Otanyaf anî ziman ku ew bi salane zimanê wan ê bi darê zorê ji wan hatiye sitendin fêr dibin û di warê fikir û bîrdozî de jî xebat tên kirin. Otanyaf got ji bo ew hemû tiştên ji wan hatine sitendin paş de bigirin dest bi şer kirine.
‘ŞOREŞA ROJAVA ME ANÎ BA HEV’
Otanyaf da zanîn ku 1915’an ji bo ermeniyan êşek nayê jibîrkirinê ye û got: “Şoreşa Rojava kir ku em li hev kom bûn û hatin gel hev. Me li dijî DAIŞ’ê bi hev re li ber xwe da. Me li dijî DAIŞ’ê dest bi rêxistina xwe kir û ev tabûra me pêk hat. Em ê hesabê hemû komkujiyan bipirsin. Ev destpêkek e li tevahiya gelên me pîroz be.”
KASAPYAN: ROJEK REŞ E
Ji şervana jin a tabûrê Tamara Kasapyan jî got malbata wê ji Rihayê hatiye sirgûnkirin. Kasapyan da zanîn ku ermenî di komkujiyên giran de hatine derbaskirin û piştî vê komkujiyê ermenî li gellek deverên cîhanê belav bûne. Kasapyan anî ziman ku 24’ê Nîsanê ji bo ermeniyan rojek reş e. Kasapyan got gellek şervanên wan ên jin jî hene û dê tabûra xwe bi rasthatina 24’ê Nîsanê roja komkujiya ermeniyan îlan bikin.
MA / Nazim Daştan