ÎZMÎR - Parêzerê Nivîskar Îlhamî Çinar ê 108 rojin li Girtîgeha Şakranê digreva birçîbûnê deye Zafer Încîn, diyar kir ku rewşa tenduristiya Çinar xerabe û divê bê emeliyatkirin.
Hat diyar kin ku rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Nivîskar Îlhamî Çinar ê ji 5’ê Çile ve, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Şakranê ya li navçeya Alîaga ya Îzmîrê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, xirab be.
‘DERMANÊN PARASTINÊ DIDINÊ’
Parêzerê Çinar ê 108 rojin di greva birçîbûnê deye Zafer Încîn ku roja Înê çû hevdîtinê, diyar kir ku tenduristiya basurê ya Çînar ji ber di greva birçîbûnê deye pêş ketiye. Înçîn, got ji ber Çinar xwarinê naxwe roviyên wî zoriyê lê dikin û wiha axivî: “Berî 15 rojina ji ber nexweşiya basurê, xwînîbûnek cîddî derbas kiriye. Bijîşkan gotine divê demildest Çinar bigirin emeliyatê. Lê ji ber Çinar di greva birçîbûnê deye ameliyet qebûl nekiriye. Heya ku tecrîd ranebe û grevên birçîbûnê bi dawî nebin, Çinar dê tedawiyê qebûl neke. Ji ber ku rewşa wî pir xerabe tenê dermanên parastinê vedixwe.”
‘HALÊ WÊ NEBÛ KU BI AXIVE’
Prz. Încîn, da zanîn ku Çinar di sendelyay bi tekerlik de anîn odeya hevdîtinê û wiha got: “Çinar bi zorê diaxivî. Çinar kîleyek pir cîdî daye. Ger Çinar neyê derman kirin, dê di pêvajoyên pêş de rastî pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî were.”
AVA PAQIJ NADIN GIRTIYÊN JIN
Încîn, bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê di greva birçîbûnê dene re jî, hevdîtin kir û got: “Li girtîgehê binpêkirinên mafan dewam dikin. Ava paqij nadin girtiyên jin. Girtî bi derfetên xwe neçar dimînin ku ava paqij bikirin. Di hevdîtinê de jinên girtî gotin ku ava çeşme ne zelal û paqije. Dîsan pirsgirêkên cuda li girtîgehê hen. Di heman demê de nameyên girtiyan nadin wan û nameyên girtiyan jî naşînin derve.”