AMED – Hiqûqnas Kerem Altinparmak anî ziman ku bi pêkanîna kêfî ya hêza YSK’ê mazbatayan nedane hevşaredarên hatine îxrackirin û got: “Ev pêkanîna YSK’ê li dijî makeqanûn û DMME’yê ye.”
Li ser biryra Desteya Bilind a Hilbijartinê ku ji bo hevşaredarên HDP’ê yên bi Biryarên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû îxrackirin da, mazbatayên wan nedan û mazbata dan namzetên AKP’ê. Tevî ku HDP’ê îtîraz kir jî YSK’ê serlêdanê red kir.
‘MIRINÊ LI KHK’IYAN FERZ KIDIN’
Hiqûqnasê makeqanûnê û mafê mirovan Yrd. Doç. Dr. Kerem Altiparmak têkildarî mijara biryara YSK’ê ya KHK’ê ji ajansa me re axivî. Altiparmak got: “Meseleya KHK ji serê ewil ve meseleyek veguherandin wek rewşek mirî. KHK’î nefesê didin û distînin lê bi hiqûqî tune ne. Dema îxrac nû çêdibûn jî min gellek behs kiribû û min pêkanînê rexne kiribû. Daxuyaniya Alî Îhsan Yavuz bêhiqûqiya KHK’iyan îlan dike.”
‘TU ELEQEYA BIRYARA YSK’Ê BI HIQÛQÊ RE NÎNE’
Altiparmak anî ziman ku biryara YSK’ê ya ji bo şaredarên îxrackirî hat dayîn tu eleqeya wê bi qanûnan û hiqûqê re nîne û got: “Ev nêzîkatiyek çewt e. Lê ev kesên ku hatin îxrackirin hin ji wan di hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîranê de wek parlamenter hatin bijartin.” Altinparmak da zanîn ku bi pêkanîna kêfî ya hêza YSK’ê mazbatayan nedane hevşaredarên hatine îxrackirin û got: “Ev pêkanîna YSK’ê li dijî makeqanûnê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ye.”
MA / Lezgîn Akdenîz