MÊRDÎN – Berdevka Jinên AKP’ê ya Şemrexê Sabahat Tekîn a ku qeyûm wê hilda karê şaredariyê çû giliyê hevşaredara HDP’ê yê Şemrexê ji qeymeqam re kir û gef lê xwar.
Derket holê ku di serdema qeyûmê tayînî Şaredariya Şemrexa Mêrdînê hatibû kirin gellek kesên AKP’î girtine kar. Seroka Baskên Jinan a AKP’a Şemrexê Hatîce Dogan, Berdevka Baskên Jinan a AKP’a Navçeyê Sabahat Tekîn û Serokê Baskê Ciwanên AKP’ê B.E. jî di serdema qeyûm de girtin kar.
‘EZ NIKARIM PAQIJIYÊ BIKIM’
Seroka Baskê Jinan Hatîce Dogan a ji ÎŞKUR’ê wek karkera paqijiyê girtin kar, piştî ku şaredarî ket destê HDP’ê 5 rojan nehat kar. Li ser vê yekê Hevşaredara HDP’ê ya Şemrexê Nalan Ozaydin ji bo Dogan were kar bi rêya Amirtiya Zabita 3 caran lê geriyan. Li ser israra Ozaydin, Dogan a AKP’î hat şaredariyê û diyar kiriye ku ew ê wek karekera paqijiyê nexebite û li şaredariyê wek Midura Têkiliya Gel û berpirsa “ekîba propaganda AKP” a Masaya Sipî xebitiye.
Hevşareadr Ozaydin rewşê qebûl nekir û xwest Dogan di yekîneya xwe de bixebite. Li ser vê yekê Dogan got: “Rêzdariyek min heye. Ez bi înisiyatîfa qeymeqam beg hatim vir. Ez nikarim paqijiyê bikim. Ez berpirsa Masaya Sipî me. Ez seroka baskê jinan a AKP’ê me. Karê partiya min jî heye. Ez ji ber vê yekê nikarim werim kar. Haya qeymeqam beg jî jê heye ku nayêm kar.”
Piştî van diyalogan der barê Dogan a AKP’î de girteka ji kar derxistin hat amadekirin.
BERDEVKA AKP’Ê HEVŞAREDARA HDP’Î TEHDÎT KIR
Berdevka Jinan a AKP’a Şemrexê Sabahat Tekîn a ku di heman demê de xizma Dogan a AKP’î ye jî demek nehat kar. Tekîn a AKP’î jî wek personela paqijiyê girtin kar. Li ser hişyarkirina hevşaredar Ozaydin, Tekîn hat şaredariyê. Derket holê ku Tekîn wek şefa personela midurê nivîsgeha taybet a qeyûm dixebite. Tekîn a hat şaredariyê wiha gef li hevşaredar Ozaydin xwar: “Ez nivîsgeha taybet a qeymeqam beg im. Her wiha ez şefa personelê li vir im. Ez ne mecbûr im bi zorê werim şaredariyê. Hûn nikarin meaşê min bibirin. Hûn vê yekê pêk bînin ez ê we ji qeymeqam re gilî bikim.”
Li ser vê yekê Ozaydin got Tekîn çûye cem qeymeqam û ew ê jî li pey here.
Tekîn a rapora tenduristiyê wergirt hêj venegeriyaye karê xwe yê şaredariyê.
Serokê Baskê Ciwanên AKP’ê B.E. yê bi rêya ÎŞKUR’ê girtin kar û li Masa Sipî kar dike jî birêkûpêk diçe kar. Hat zanîn ku ji ber B.E. birêkûpêk diçe kar, hevşaredar Ozaydin tu karekî derbarê wî de nekir.
MA / Ahmet Kanbal