STENBOL – Endama UPWC’ê Abeer Abu Khdeîr diyar kir ku li girtîgehên Îsraîl û Tirkiyeyê heman zext hene û daxwaza girtiyên her du welatan jî heman in û ew piştevaniyê didin girtiyên li Tirkiyeyê.
Li girtîgehên Îsraîlê jî komek girtiyên ji Filîstînê ji ber şertên wan nebaş in ji 7’ê nîsanê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Li girtîgehên Tirkiyeyê jî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir û pişt re pêl bi pêl berbelav bû. Ji 1’ê Adarê şûn ve bi ser 7 hezarî girtî li girtîgehên bajarên herêmê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.
Endama Yekîtiya Komîteya Jinên Filîstînê (UPWC) Aberr Abu Khdeir a ku li Stenbolê beşdarî Konferansa Aştiyê ya KESK’ê bû çalakiyên greva birçîbûnê ya li Îsraîl û Tirkiyeyê nirxand.
‘BI TÎRÊJAN TELEFONAN DIBIRIN’
Khdeir anî ziman ku yek ji daxwaza girtiyên li Îsraîlê ew e ku wek Tirkiyeyê birîna hevdîtinên wan e û got: “Îsraîlê li girtîgeha tîrejek daniye ser xetên telefonê û girtî nikarin bi malbatên xwe re biaxivin. Ev tîrêj ji girtiyan re dibe sedemê penceşêrê jî. Ji bo ku berxwedana girtiyên Filîstînî bê şikandin Îsraîl vê pêkanînê dike.”
‘5 HEZARÎ ZÊDETIR ZAROK LI ÎSRAÎLÊ GIRTÎ NE’
Khdeir da zanîn ku hevdîtina malbatan a bi girtiyan re mafê herî xwezayî ne û got: “Hemû mafên girtiyan tên astengkirin. Niha ji 5 hezarî zêdetir zarok li girtîgehên Îsraîlê ne. Zarokan di hucreyan de digirin. Mafê zarokan tên desteserkirin. Ji 13-14 salan zêdetir ceza li zarokan dibirin. Her wiha ji bilî bav, dayik, xwişk û bira destûra tu endamên din ên malbatê nayê dayîn ku girtiyan bibînin. Pêdiviyên wan ên tenduristiyê jî pêk nayên. Divê bijîşkên taybet li tenduristiya girtiya binêrin lê bi tu awayî pêk nayê.”
‘PÊKANÎNÊN LI ÎSRAÎL Û TIRKIYÊ HEMAN IN’
Khdeir destnîşan kir ku pêkanînên li girtîgehên Îsraîlê hene heman pêkanîn li girtîgehên Tirkiyeyê jî hene û got: “Li Tirkiyeyê girtiyên ketine greva birçîbûnê ji bo girtî ji wî mafê xwe sûdê werbigire ketine greva birçîbûnê. Daxwazek rewa daxwaz dikin. Lê tevî ewqas greva birçîbûnê demek dirêje jî didome daxwaza wan nehatiye bersivandin. Em tu wate nadin vê helwesta hişk a rayedaran. Em grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê destek dikin. Divê civak li derdora daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bibe xelek.”
MA / Ferhat Çelîk