MÊRSÎN – Çetîn Baran ê 53 roj in di greva birçîbûnê de ye got hevalên wan ên demek dirêj in di greva birçîbûnê de ne, nikarin derkevin hevdîtina telefonê û girtî li ber çavê wî dihelin.
Çetîn Baran ê 28 salî 53 roj in li Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Malbata Baran di sala 1989’an de ji Gundê Girgav a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber spartina pergala cerdevaniyê koçî Mêrsînê dike. Baran di sala 2009’an de bi îdaya “Endamtiya rêxistinê” tê girtin û li Girtîgeha Zarokan a Pozantiya Edeneyê îşkence û muameleya xerab lê tê kirin. Baran di sala 2010’an de tê berdan.
Baran carek din tê girtin û 22 sal ceza lê dibirin. Baran ewil li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bû pişt re wî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê dikin.
'LI BER ÇAVÊ MIN DIHELIN’
Dayika Baran, Ayde Baran anî ziman ku ji ber tengezariyên aborî 7 meh in nikare kurê xwe bibîne û nizane ka rewşa kurê wê çawa ye. Dayik Baran got ew lîreyek jî nikare ji kurê xwe re bişîne û got: “Ez dixwazim bila min jî bigirin û bibin kêleka kurê min. Ez di 15’ê nîsanê de pê re bi telefonê axivîm. Moralê wî baş bû. Kurê min digot ‘Heta em encamekê bi dest bixin em ê li ber xwe bidin. Em ê bi çalakiya xwe tecrîdê bişikînin. Du hevalên min li ba min in rewşa wan xeterdar bûye. Yadê li ber çavê min dihelin. Nikarin rabin biçin ber telefonê û bi malbatên xwe re biaxivin.’ Em li pey zarokên xwe ne. Bila dewlet viya baş dizanibe, heke gavek neavêje, em ê wek malbatên girtiyan jî gavek paş de neavêjin. Heke mirin be mirin.”