EDENE – Agît Tufan ê 53 roj in di greva birçîbûnê de ye yek ji “zarokên ku kevir avêtibû polîsan e.” Tufan ê li Girtîgeha Pozantiyê îşkence lê hatibû kirin û niha li Girtîgeha Bafrayê ye got: “Heta mirinê em ê dev ji çalakiya xwe bernedin.”
Girtî Egît Tufan (27) ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Malbata Tufan di sala 1993’an de ji ber zextên dewletê neçar dimîne ji gundê Erkendê ya girêdayî Perweriya Sêrtê koçî Edeneyê bike. Li Edeneyê jî zext û êrîş li malbata Tufan hatin kirin.
YEK JI ZAROKÊN KEVIR AVÊTIYE YE
Egît Tufan di sala 2007’an de bi hêceta “kevir avêtiye polîsan” tê girtin. Tufan li Girtîgeha Zarokan a Pozantiya Edeneyê du sal û nîv îşkence û muameleya xerab lê tê kirin. Tufan di sala 2010’an de di çarçoveya Qanûna Têkoşîna Terorê (TMK) ku hin guhertin têde çêbûn hat berdan û doza wî bi bêşopandinê bi encam bû. Tufan di sala 2011’an de dîsa li Edeneyê bi hêceta “endamtiya rêxistinê”, “teqemenî li ser heye û bikaraniye” û “li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hat girtin û 22 sal ceza lê hat birîn. Tufan heta niha bi dorê li Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê, Girtîgeha Tîfa F a Edeneyê, Girtîgeha Vezîrkopru ya Samsûnrê û Girtîha Tîfa T a Bafrayê maye.
‘HETA MIRINÊ EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’
Tufan ê 53 roj in di greva birçîbûnê de ye bi telefonê bi malbata xwe re axivî û wiha got: “Vîtamînan nadin me. Em tiştên wek av û çayê vedixwin. Hevalên me gellek zeîf bûne. Hevalên me yên koma ewil rewşa wan giran bûye. Gellek nexweşîn bi me re peyda bûne. Ji çavê me bigire heta vereşînê em dijîn. Dayê rabin ser piyan. Heta ku tecrîd li ser me û rêberê me hebe, em ê di grevê de bin. Heta mirinê em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Hûn jî deng bidin çalakiya me û derkevin kolanan.”
DAYIKA WÎ 2 SAL IN NEÇÛYE HEVDÎTINÊ
Dayika Tufan, Hediye Tufan jî da zanîn ku 2 sal in neçûye hevdîtina kurê xwe û got: “Bavê wî çend meh berê çû lê ji ber nasnameya wî kevn bû nikaribû wî bibîne û paş de zivirî. Ez wek dayikek ji bo lawê min di greva birçîbûnê de ye nikarim rakevim. Kezeba me dike devê me re derkeve. Ji ber ku zarokên me di wî halî de ne û em nikarin tiştekî bikin. Em dixwazin gavek berê gavekê daxwaza wan bînin cih.”