WAN - TJA’yê, bertek nîşanî mudaxileyên polîsan ên li dijî Dayikên Aştiyê yên li ber Girtîgeha Gebze û navçeya Qoserê dan û ji bo grevên birçîbûnê ji mirovan zincîr çêkir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê, bi armanca piştgirî dayîna çalakiyên grevên birçîbûnê û bertek nîşanî mudaxileyên polîsan ên li dijî Dayikên Aştiyê yên li ber Girtîgeha Gebze û navçeya Qoser a Mêrdînê li Kolana Hunerê ji mirovan zincîr çêkir. Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Dayikên Aştiyê, endamên TUHAY-DER û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Jinan pêşmalkên wêneyên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 165 rojin di greva birçîbûnê deye li ser, li xwe kirin, êrîşên li ser dayikan şermezar kirin û xwestin demildest tecrîd bê rakirin. Jinan di çalakiyê de dirûşmeyên “Destên dirêjî dayikan dibin, bişikin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Leyla Guven” û “Daxwaza Leyal daxwaza me ye” berz kirin.
‘EM DENGÊ GIRTIYÊN DI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DENE’
Parlementera HDP’ê Muazzez Orhan, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em êrîşên polîsan ên li ser Dayikên Aştiyê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşên li dijî dayikên naxwazin zarokên wan jiyana xwe ji dest bidin, dûrî wijdan û exlaqê ye. Em dengê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê dene. Demildest dawî li vê hiqûqiyê bînin û tecrîdê rakin.”
Jinên ku beşdarî çalakiya avakirin zincîran ji mirovan bûn, xwestin demildest tecrîd rabe.