STENBOL - Polîsan mudaxileyî çalakiya rûniştinê ya li Kartalê ya bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê hat lidarxistin kir û gelek kes binçav kirin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Kartalê, ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, li Qada Kartal çalakiya rûniştinê ya bêdeng li dar xist, lê polîsan mudaxileyî çalakgeran kirin. Gelek endamên partiyê yên Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî di nava de, pêşmalkên wêneyên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li ser li xwe kirin û li qadê lihev kom bûn. Endamên partiyê li qadê dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdeng kirin. Polîsan li ser vê yekê ji HDP'iyan re gotin "Tişta hûn dikin dij qanûniye. Demildest çalakiya xwe bi dawî bikin." Parlementer Pîroglû li ser vê anonsa polîsan got ku "Esil tişta hûn dikin dij qanûniye. Hûn sûc dikin. Hûn sûcek qanûnî dikin."
Polîsan mudaxileyî çalakgerên rûniştîbûn kirin û gelek kes binçav kirin. Pîroglû yê li qadê bi tenê ma, diyar kir ku heya hevalên wî bên berdan dê çalakiya xwe berdewam bike. Polîsan li ser vê yekê qad kirin ablûkê û êrîşî girseya piştgirî dan Pîroglû kirin. Girseya ku li kolanan belav bû, bê navber dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.
Pîroglû yê heya demekê çalakiya xwe berdewam kir, piştî ku polîsan got dê kesên binçavkirin berdin, dawî li çalakiya xwe anî.
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: " Dilber Demir, Hunkar Karasungur, Vildan Dogan, Erkan Tarin, Makbule Şeker, Mujdat Şeker, İlhan Ayazdir, Nasrettin Kavak, Deniz Ekinci, Sibel Demirkuş, Hatice Dogan, Burhan Gokyuzunde, Yetkin Alkan û Nazmi Tumerdem."