KOCAELÎ - Polîsan carek din mudaxileyî malbatên girtiyan ên îro jî xwestin li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin kirin. Polîsan carek din malbat asteng kir, bi erdê re kaş kirin û bi lêdan binçav kirin.
Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne di roja 13’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin. Malbat li cihekê nêzî girtîgehê kom bûn û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnêxê Nûran Îmîr jî piştgirî da malbatan.
'EMÊ DEST JÊ BERNEDIN'
Malbat ji bo ku biçin ber girtîgehê dest bi meşê kirin, lê polîsan pêşiya malbatan girtin. Polîsan ji malbatan re gotin “biryara walîtiyê heye, hûn nikarin li vê qadê çalakî li dar bixin. Qedexeye.” Malbatan bersiv dan gotinên polîsan û gotin: “Em di vê mijarê de bi isratin. Emê dest ji çalakiya xwe bernedin. Em mafê jiyana zarokên xwe diparêzin.”
POLÎS MALBAT KIRIN ABLÛKÊ
Polîsan dûre dayikên ku xwestin bimeşin kirin ablûkê, Hevseroka HDP’ê ya Naveçeya Gebzê Damla Bagci û rêveberê bajêr Oktay Erol binçav kirin. Polîsan di heman demê de xwestin Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr binçav kirin.
Malbatên di ablûkeya polîsan de, piştî binçavkirinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatan, diyar kirin ku heya hevalên wan neyin berdan ewê çalakiya xwe dewam bikin. Polîsan li ser vê yekê gotin dê îfadeyên hevalên wan bên girtin û dûre bên berdan.
DERP KIRIN Û BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN
Piştî demekê polîsan mudaxileya çalakiya malbatan kir, malbat derp kirin, bi erdê re kaş kirin û binçav kirin.
ÎMÎR JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ
Di dema mudaxileyê de, parlementera HDP’ê Îmîr ji ser hişê xwe çû û ket erte. Îmîr a rakirin nexweşxanê, rewşa tenduristiya wê başe.
Hat diyar kirin ku malbatên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Gebze.