AMED - Dayikên Aştiyê, li hemberî mudaxileya tund a polîsan a li dijî dayikan laçikên sipî yên girê dabûn, avêtin erdê û tundiya polîsan şarmezar kirin. Dayikan, diyar kirin ku zarokên wan di greva birçîbûnê dene û gotin: “Zarokên me bedena xwe ji mirinê re razandine. Em dayikin û cîgera me dişewite. Ji bo ku zarokên me nemirin, em dibin dengê wan.”
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, derbarê mudaxileya tund a polîsan a li dijî dayikên li ber Girtîgeha Gebze û navçeya Qoserê de, daxuyanî dan çepemeniyê. Daxuyanî li ber Rêxistina HDP’ê ya Amedê hat lidarxistin. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Semra Guzel, aktîvîstên Tevgerên Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên HDP’ê û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Muşeer Ulker, daxuyanî da û wiha axivî: “Edogan tim dibêjin ‘Cinnet dibin lingê dayikan deye.’ Kanê cinnet dibin lingê dayikan debû? Weke hemû mirovan mafê dayikan jî heye. Em dengê zarokên xwe ne. Heya damla xwîna xwe ya dawiyê emê li gel zarokên xwe bin.”
‘CÎGERA ME DIŞEWITE’
Ulker, anî ziman ku polîs bi copan mudaxileyê dayikên 70 salî dike û wiha bilêv kir: “Zarokên me digreva birçîbûnê dene û bedena xwe ji mirinê re razandine. Em dayikin û cigera me dişewite. Ji bo zarokên me nemirin, em dibin dengê wan. Zarokên me ji bo bimirin dest vê grevê nekirin. Em naxwazin ji girtîgehan tabût derkevin. Ji bo vê jî divê tecrîd rabe. Dayikên gerîla, esker û polîsan jî hene. Em nexwazin dayik bigirîn. Me xwest roja Çarşemê em li Parka Koşuyolu daxuyanî bidin çapemeniyê, lê polîsan dîsan mudaxileyî daxuyaniya me kirin û wekîlên HDP’ê birîndar kirin. Em êrîşa polîsan a li ser dayik û parlementeran şermezar dikin.”
‘EV BERXWEDAN BÛYE MALÊ CIVAKÊ’
Dûre Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê li tevahiya cîhanê belav bûye. Aydenîz, diyar kir ku îro tecrîd li ser hemû civaka Tirkiyeyê heye û wiha got: “Daxwaza Birêz Leyla Guven çiqas civakiye, îro ev berxwedan jî ewqas bûye malê civakê. Emê bi têkoşîna xwe Tirkiyeyê demokratîk bikin. Her cenazeyekê ku ji girtîgehan derkeve, dê berpirsiyarê wê desthilatdariya siyasî be. Dijminantiya Kurdan kirin, dê tu tiştî bi Tirkiyeyê ne de qezenc kirin. Dijminantiya Kurdan her roja diçe winda dike û dê ji vîr û şûn de jî winda bike.
Jinan piştî axaftinê, li dijî tundiya polîsan a li ser dayîn laçikên xwe yên spî yên girê dabûn avêtin erdê û êrîşên polîsan şermezar kirin.
Piştî daxuyaniyê dayikan dirûşmeya “Destên dirêjî dayikan bibin bişikin” berz kirin.