ŞIRNEX - Di rapora Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê ya derbarê Girtîgeha Şirnexê de amede kir de, hat diyar kirin di girtiyên di greva birçîbûnê de kîlo dayîn, xwînîbûna roviyan, birîn li laş vebûn, çav reş û tarîbûn dest pê kiriye.
Parêzerên endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Şirnexê, li Girtîgegeha Tîpa T a Şirnexê, derbarê rewşa 3 jê jin bi giştî 20 girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullha Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, rapor amede kir û bal kişand ser bipêkirinên mafên girtiyan. Di rapora ji 5 rûpelan pêk tê de, cih ji bo vegotin û tespîtên 9 girtiyên di grev birçîbûnê de hatiye dayîn.
9 girtiyên di greva birçîbûnê de yên hevdîtin bi parêzeran kirin, ev tişt vegotin:
ÇETÎNKAYA: DEMA VÎTAMÎNA B DIDIN DIGIRIN KAMERAYÊ
Fatma Çetînkaya: Em 7 kes di qawîşekê de dimînin. Ji ber ku me starên Kurdî gotin, gardiyan ketin qawîşê û em dan kamerayê. Ligel ku me nexwest jî, hewl dan derûnasê girtîgehê, bînin qawîşa me. Ji ber ku me hevdîtina pê re qebûl nekir, ji me re got ‘terorîst’ û heqaret li me kir. Dûre derbarê me de girtek girtin. Dema vîtamîna B didin me, digirin kamerayê. Gava em kişandina kamera red dikin, vê carê vîtamîn nadin me. Ev du sê rojin vexwarinan nadin me. Rayedarên girtîgehê daxwazên me yên hevdîtinê red dike.
13 KÎLO DAYE
Osman Beytûr: Mîda min dişewite. Bê halim. Serê min zêde diêşe. Ez nikarim razim. Diranê min diêşin, ber çavê min reş û tarî dibe. Dema min dest bi grevê kir ez 77 kîlo bûm, hiha bûme 64 kîlo. Pirsgirêkên me yên ava gerim hene. Di lêgerîna 26’ê Adara 2019’an de, dest danîn ser hemû alavên me.
Onder Poyraz: Serê min diêşe, şavên min reş û tarî dibin, diverişim, tiştan ji bîr dikim û dilê min dixele. Dema ketim greva birçîbûnê 58 kîlo bûm. Niha bûme 49 kîlo. Nêzîkatiyên rêveberiya girtîgehê li gorî demên berê pir xerab bûye.
DERBARÊ HEMÛ GIRTIYAN DE, LÊPIRSÎNA DÎSÎPLÎNÊ VEKIRIN
Hakan Kûtlûk: Ez di vereşim, bêhna min teng dibe, serê min di êşe, çavên min reş û tarî dibin. Gava ketim greva birçîbûnê 76 kîlo bûm, niha bûme 62 kîlo. Derbarê hemû girtiyên ketine greva birçîbûnê dene, lêpirsîna dîsîplînê vekirine.
Zeynep Mete: Ji ser derveyî sporê tu aktîvîteyên me nîne. Bi pergalî avê nadin me. Di lêgerîna dawî de, qawişa me ser û bin kirin. Dest danîn ser şal, pûşî, teşt û radyoyên me.
Serhat Şevîşoglû: Ez bêhal dibim, serê min diêşe, çavên min reş û tarî dibin. Em pirsgirêkên avê dijîn.
BÎLÎK: BIRÎN ÇÊDIBIN
Agît Bîlîk: Ez bi zaro avê vedixwim, tansiyona min dikeve, serê min di êşe, pidûyê min xwînî dibin, çavên min tarî dibin. Dema ketim greva birçîbûnê 59 kîlo bûm, niha bûme 49 kîlo. Di pişta min de ev çend rojin birîn çêbûne. Destûrê nadin ku em odeyên xwe biguherînin. Pêkanînên OHAL’ê li girtîgehê dewam dikin.
Rojdan Tokçû: Dema ez nû anim girtîgehê, lêgerîna tazî li ser min ferz kirin. Ji ber ku min qebûl nekir, ez derp kirim. Ji ber nêzîkatiyên xerab ên leşkeran û lêgerîna dijwar naxwazim biçim nexweşxanê.
Salih Kûtlûk: Tansiyona min dikeve, serê min diêşe, pûdiyê min xwînî dibin, mîda min dişewite, çavên mirin reş û tarî dibin. Li ser pişt û rûyê min, birînin biçûk çêbûne. Dema min dest bi greva birçîbûnê kir ez 62 kîlo bûm û niha bûme 52 kîlo.
Di raporê de li ser daxuyaniyên girtiyan tespîtên ku hatine kirin wiha ne:
*Hatiye dîtin ku girtiyên ku ketine greva birçîbûnê pir li xwe kêm kirine, bi zehmetî radizin, sergêjînek bi wan re çêdibe, rajena wan kêm dibe, dilê wan dixele, xwîn ji roviyên wan diçe û ber çavê wan reş dibe.
*Ji roja ku greva birçîbûnê dest pê kirî ve, diviya her roj ji hêla doktoran ve kontrola girtiyan bihata kirin lê kontrola kîlo, şekir û rajenê ji hêla xizmetkarê tendiristiyê û qerdiyanan ve tê kirin.
*Girtiyên jin ji hêla personelên girtîgehê ve tim bi qemerayan têne tomarkirin.
*Ser girtiyan pir seh dikin, gavên li dijî rûmeta mirovahiyê têne kirin.
*Dema ku dikevin nav girtîgehê ser girtiyan ferz dikin ku xwe tazî bikin û wiha ser wan seh bikin.
*Hin qerdiyan prokvasyonan dikin, dixwazin bûyeran derxînin û li ser girtiyên siyasî zextê bikin.
*Daxwaza guhartina koxuşê nayê qebûlkirin, nayê qebûlkirin ku girtiyên siyasî bibin hin girtîgehên dn û dema şandina nexweşxaneyan pirsgirêk tên jiyîn.
*Xebatên bi çarçoweya xebatên sosyal têne astengkirin.
NAVÊ GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE
Girtiyên di 16’ê Çile de dest bi greva birçîbûnê kirin: Hakan Kutluk, Agît Bîlîk û Osman Beytur.
Girtiyên di 31’ê Çile de dest bi greva birçîbûnê kirin: Onder Poyraz, Salîh Kutluk û Hakan Petekkaya.
Girtiyên di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kirin: A. Kerîm Sevînç, Îzzettîn Ormanli, Mesût Olmez, Abubekir Neng, Musa Kulter, Halil Kabak, Bahattin Alkiş, Yilmaz Ugur, Mahsun Guçlu, Serhat Sevîşoglu û Mehmet Ali Bayar.
3 girtiyên jin ên di 15’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kirin: Fatma Çetinkaya, Zeynep Mete û Rojda Topçu.