ÎZMÎR - Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Kayserî, girtiya 24 salî Gîrîn Kinay a di greva birçîbûnê deye, bi rêya malbata xwe ev peyam şand: “Berxwedana bi pêşengtiya jinan dest pê kir, ber bi serkeftinê ve baz dide. Ji ber vê hûn jî deng bikin berxwedana me.”
Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Kayserî, Gîrîn Kinay a 24 salî ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re, bang li raya giştî kir.
Kınay, bal kişand ser zextên rêveberiya girtîgehê û wiha got: “Ji roja ku çalakiyên grevên birçîbûnê dest pê kirine ve, zextên rêveberiya girtîgehê zedetir bûne. Vîtamînin ku divê em vexwin, kêm didin me. Ji ber vê û hin sedemên din, piraniya hevalên me kîloyên cîdî dane. Her ku diçe rewşa hevalên me xerabtir dibe.”
Kinay, ligel pirsgirkên tenduristî yên dijîn, derbarê berxwedana bi rêve dibin jî ev peyam da raya giştî: “Ev berxwedana dîrokê bi pêşengtiya jinan dest pê kir. Daxwazên me misoger û zelalin. Yan dê tecrîd rabe, yan jî dê ev berxwedan dewam bike. Dibe ku êrîş pêk bên û zext jî, mezintir bibin. Lê em bi baweriyek mezin ber bi serkeftinê baz didin. Tecrîd dê bişike û emê qezenc bikin. Bes bila gelê me yê der ve, bi hestiyar tevbigerin û deng bidin berxwedana me. Em hemû raya giştî dawetî hestiyarbûnê dikin. Emê vê berxwedana dîrokî bi tilîliyên xwe taçîda bikin.”