STENBOL – Dayikên li ber Girtîgeha Gebzeyê ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de nobetê digirin û bi êrîşa polîsan re rû bi rû dimînin, bang li Serokomar Erdogan û rayedarên din kirin û gotin: "Xweyîwijdan bin!"
Li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ji 9'ê Nîsanê ve dayik ji bo zarokên xwe çalakiya nobetê li dar dixin. Di dema çalakiyê de tim bi astengiyên polîsan re rû bi rû ddimînin. Herî dawî di 19'ê Nîsanê de polîsan bi jopan êrîşî wan kir. Her sê dayikên bi şideta polîsan re rû bi rû man, behsa wê kêliyê kirin.
DU ZAROKÊN WÊ GIRTÎNE
Yek ji wan dayikan Zeynep Calihan e. Du zarokên wê girtîne û di greva birçîbûnê de ne. Calihan, diyar kir ku ji 9'ê Nîsanê ve ew bi mudaxile ûa stengiyên polîsan re rû bi rû dimînin û behsa pêkanîna 19'ê Nîsanê kir: "Em rûniştibûn. Polîs hat, em bi zorê rakirin. Paşê bi ava şid êrîş kirin. Piştî mudaxileyê me berê xwe da kuçeyê. Li cem me dayikeke ku nikaribû bilez bimeşe hebû. Me bi destê wê girt û em hêdî meşiyan. Polîsek bi ser me de qîriya; 'Madem hûn nikarin bimeşin hûn hatine çi? Çi karê we li vira heye?' Me guh nedayê, me meşa xwe dewam kir. Vê carê hat û bi jopan em tahm dan. Bi ser me de qîriya, heqaret kir. Demek dirêj em tahm dan."
‘ZAROKÊN ME MAFDAR IN'
Calihan, got: "Li me bidin jî, me perçe jî bikin em ê biçin wir. Zarokên me mafdar in. Du zarokên min di greva birçîbûnê de ne. Yek li Şakranê yek jî li Gebzeyê. Wexta biçim cem yekî, nikarim biçim cem ê din. Ma ev edalet, heq û hiqûq e? Bang li serokomar dikim, zarokên wî jî hene. Bang li Emîne Erdogan dikim; 'dibên cinet di bin piyê dayikan de ye', lê me bi erdê ve dikişînin."
‘XWEYÎWIJDAN BIN!'
Hanîfe Bayar jî ji bo bûyera pêk hat got "wehşet e". Bayar, anî ziman ku ji bo zarokên xwe diçin ber girtîgehê û got: "Em naxwazin zarokên me bimirin. Em naxwazin ji girtîgehan cenazeyê kesî derkeve. Divê êdî ev rewş hel bibe." Bayar, bang li Serokomar Erdogan û rayedarên din kir û got: "Xweyîwijdan bin!"
Zeynep Bayar jî wexta behsa wê kêliyê kir hêstir ji çavan hatin û got: "Min nikaribû bimeşe. Lê polîs tim bi jopan em tahm didian. Ditirsiyam ku bikevim. Min digot ez bikevim wê dereke min bişikê û ez ê nikaribim tev li çalakiyê bibim. Çi dikin bila bikin em ê dîsa bên. Çareserî bi qebûlkirina daxwaza çalakgeran pêkan e."