AMED - Dayika Hatûn Yayik a 79 roj in di greva birçîbûnê de ye, Hatûn Yayik, got: "Bedena min li malê ye, lê ruhê min li zindanê ye. Wexta telefon lê dide ziravê min tê ber devê min."
Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, Hediye Yayik (34) 79 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Yayik, di sala 2012'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatiye girtin û 12 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn.
Diya wê Hatûn Yayik diyar kir ku 2 hefte berê bi telefonê bi keça xwe re xeber daye.
‘BEDENA MIN LI MALÊ, RUHÊ MIN LI ZINDANÊ YE'
Yayik, destnîşan kir ku divê gel bêdeng nemîne û xwest tecrîd û grevên birçîbûnê rojek berî rojekê bi dawî bibin. Yayik, got: "Dilê me diêşe, mala me bûye zindan. Bedena min li malê, lê ruhê min li zindanê ye. Kîjan dayik dixwaze li ber çavan zarokên wan bimire? Êdî bes, bila ev neheqî û bêedaletî bi dawî bibe."
Dayik Yayik, diyar kir ku dewlet ji bo grevên birçîbûnê tu gavan navêje û got: "Aştî ne zehmet e. Zarokên wan jî hene. Bila empatiyê bikin. Bang lI emîne Erdogan dikim; tu jin î, zarokên te hene ma qey nayê bîra te ku ev tişt rojekê bên serê te jî? Wexta zarokek te birçîbe tu dikarî têkevî xew? Zarokên me ne diz in, çav bernedane malê kesî û neheqî li kesî nekirine."
Yayik, bang li her kesî kir û got: "Wijdan tiştekî pir cuda ye. Eger mirov xwedî wijdan be bêdeng namîne. Niha cîhan hemû bi grevên birçîbûnê heye; lê bêdeng e. Dilê min kurdên bêdeng şikestiye. Kesên niha zilmê rewa dikin wê sibê ber bi we ve jî werin. Li ber girtîgehan polîs bi jopan li dayikan didin. Qey terbiye, heya nemaye. Ew dayik in, ji bo zarokên xwe li wir in."
'HER KU TELEFON LÊ DIDE...'
Yayik, diyar kir ku berpirsiyarê vê yekê rêveberên vî welatî ne û got: "Êdî bes e. Bila daxwaza wan bê qebûlkirin. Her ku telefon lê dide ditirsim. Wexta telefon lê dide ziravê min tê ber devê min."