EDENE – Bavê Vedat Bektaş ê Saît Bektaş anî ziman ku kurê wî 52 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Zarokên me li ber çavên me wek findekê dihelin."
Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, Vedat Bektaş ê 20 salî ye. Bektaş, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Bektaş, di sala 2017'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 9 sal û 8 meh ceza lê hatiye birîn.
BILA DAXWAZA GIRTIYAN BÊ QEBÛLKIRIN
Bavê wî Saît Bektaş, di 15'ê Nîsanê de çûye girtîgehê û kurê xwe dîtiye. Bav Bektaş, anî ziman ku rewşa kurê wî û girtiyên din xirab dibe û got: "Zarokên me li ber çavên me wek findekê dihelin."
BÊDENG NEMÎNIN
Bektaş, bilêv kir ku kurê wî gotiye: "Çi dibe bila bibe wê çalakiya me dewam bike. Mirin jî tê de hebe wê çalakiya me dewam bike. Em dixwazin Wezareta Dadê li gor qanûnê tev bigere û tecrîd bi dawî bibe. Bêdeng nemînin, dengê xwe bilin bikin."
Bektaş, bang li her kesî kir ku bibin dengê çalakgeran û got: "Muxatabê vê mijarê Wezareta Dadê ye. Bila Wezareta Dadê peywira xwe bi cih bîne. Êdî em naxwazin zarokên me bimirin. Bila dilê tu dê û bavî neşewite. Em dixwazin daxwaza zarokên me bê qebûlkirin."