NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran, bi armanca şermezarkirina tundiya polîsan a li dijî dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin, ‘Ev êrîş sûcê mirovaniyê û li dijî êrîşan divê em piştevaniya bi dayikan re mezin bikin.”
Bi armanca şermezarkirina tundiya polîsan a li dijî dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de, ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze duh pêk hat li gelek bajaran çalakî hatin li darxistin.
AMED
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li ber avahiya rêxistinê daxuyanî da. Rêveberên rêxistinê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Avahiya HDP'ê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de şîdeta li hemberî dayikên girtî bi tundî hat şermezarkirin. Daxuyanî ji hêla rêveberê bajêr Nesîb Gultekin ve hat xwendin.
Nesîb, diyar kir ku em bi tundî êrîşa li hemberî dayikan şermezar dikin û wiha got: "Êrîşa polîsan bi destê qesrê û îktîdarê pêk tê. Her ku diçe êrîş û zext li hemberî kesên ku li mafê xwe digerin dijwartir dibe. Mafê mirovan êdî bi aşkere tê binpêkirin. Li Sumerparqa Amedê Recep Hantaş ji hêla polîsan ve hat înfazkirin û nehiştin kes tevlî merasîma definkirinê bibin. Dîsa li Parqa Koşuyoluyê li hemberî daxuyaniya me polîs bi tund nêz bû û parlamentera me Remziye Tosun bi giranî birîndar bû û her wiha parlamenterê me Mûsa Farîsogullari jî hat derpkirin"
Nesîp, di daxuyaniyê de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe çalakiya nobedê li dar dixin. Lê êrîşa polîsan a li hemberî dayikan tu car nayê qebûlkirin. Nêzîkatiyeke dermirovatiyê ye. Raya giştî bi tevahî li hemberî êrîşa polîsan bertek nîşan da. Her wiha bertekên me ne tenê ser medyaya civakî divê li kolanan jî bertek bên nîşandan. Divê em xwedî li dayikan derkevin û greva birçîbûn binîn rojevê."
Daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.
LI ÇAR NAVÇEYAN DAXUYANÎ
HDP’ê bi heman armancê li navçeyên Sûr, Yenîşherî, Rêzan û Peyasê yên Amedê jî daxuyanî da çepmeniyê.
WAN
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê bi mijara “Ji duh heta îro grevên birçîbûnê û pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê” panel li dar xist. Panel li salonek dawetê pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Bajêr a Wanê Okkeş Kawa, parêzerê endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Savaş Avci wek axaftvan beşdarî panelê bûn.
Parêzerê OHD’î Savaş Avci ewilî di panelê de axivî û da zanîn ku ji ber bêhiqûqiyê grevên birçîbûnê dest pê kir û got: “Bi rêbazên derveyî qanûnan tecrîd pêk tê.”
Hevserokê DBP’a Wanê Okkeş Kawa jî anî ziman ku hevdîtin mafê hemû girtiyan e û got: “Wê têkoşîn bi ser bikeve. Divê tecrîdkirina Ocalan demildest bê rakirin.”
Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî tundiya polîsan a li dijî dayikên girtiyan ku duh li Navçeya Gebzeyê rû da şermezar kir û got: “Destên ku dirêjî dayikan bûn dê dawiya wan bîne.” Beştaş anî ziman ku rojeva wan sereke tecrîdkirina Ocalan e û got: “Ji roja AKP’ê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir şûn ve, li dijî gelê kurd faşîzmê birêve dibin. Tişta ku îro em dijîn ne demokrasî ye. Dibe ku girtî ceza girti be, lê maf û hiqûqa girtî heye. Niha tecrîdek girankirî pêk tê. Ev îşkence ye û li dijî qanûn û makeqanûnê ye. Li gorî qanûn û hiqûqa navnetewî tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
ÇEWLÎG
Li Çewligê jî, HDP’ê li avahiya partiyê daxuyanî da, parlementerê HDP’ê Erdal Aydemîr û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamên partiyê bi lêxistina çepikan êrîş şermezar kir. Wekîl Aydemîr li vê derê axaftinek kurt kir û got: “Emê êrîşa li ser dayikên girtiyên bi kîn û hirsek mezin şermezar dikin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Bi vê êrîşê hiqûq bin pê kirine. Daxwazên grevên birçîbûnê mafdarin. Mirovîne û meşrûne. Divê hikûmet guh bi de van daxwazan.”
BÛRSA
Li Bûrsa jî rêxistina HDP’ê, li avahiya partiyê civîna çepemeniyê li dar xist. Hevseroka Partiya Bajêr Serpîl Yildiz, di civînê de axivî û got: “Êrîş û tacîza bi cop a polîsan a li dijî dayikan dûrî wijdanê mirovahiyê ye. Divê desthilatdariya siyasî berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Lazime ku qanûnên xwe bi cih bîne. Bial tecrîd rabe, ji girtîgehan agahiya mirinan neyê û pêşiya aştiyê vebe.”
ÎZMÎR
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî daxuyanî da. Hevseroka Bajêr Besriye Tekgur, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em qetilkirina zarokên xwe, tundiya li dijî dayîkên xwe û êrîşan li ser parlementerên xwe şermezar dikin.”
Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) jî, di daxuyaniya da de êrîşa polîsan şermezar kir û banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê kir.