NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Girtîgehan a Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Enqere û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakî li dar xistin. Komîsyonê diyar kir ku di vê hefteyê de li Êlihê û li Ispartayê 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 369'an de çalakiya "Rûniştina F" li dar xist. Komîsyonê û malbatan xwest li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bide. Lê polîsan dîsa Qada Galatasarayê dorpêç kir û destûr neda ku malbat li Galatasarayê kom bibin. Li ser vê yekê malbat û Komîsyona ÎHD’ê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Taksimê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan" rakirin. Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD'ê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ehmede Xemî. Liser navê komîsyonê Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettin, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Leyla Guven li dijî tecrîdê dest bi grevê kir û niha bi hezaran girtî bi heman armancê di grevê de ne. Dawazên wan mafdar û hiqûqî ye. Divê hikûmet daxwazên wan pêk bînin. Ji bo bêtir mirov jiyana xwe ji dest nedin divê hikûmet gavên çareseriyê bavêje. Ji ber ku tecrîd îşkence ye. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Li Girtîgehea tîpa R a Menemenê Ehmedê Xêmî ji piyên xwe felç e. Bi sandalyaya bi teker tev digere. Xêmî ji 22'ê adara 2019'an û şûnde girtî ye û di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Xemî li gel Ergun Aktaş yê du destê wî tune dimîne. Piştre personelên girtigehê ew derp kir û şandin girtîgehek din. Xemî 27 rojin di greva birçîbûnê de ye. Em bêhiqûqiya li dijî Ehmede Xemî şermezar dikin."
ENQERE
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re azadî jî bi armanca balê bikişînin ser rewşagirtiyên nexweş di hefteya 242'an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê da çapemeniyê. Endamên Înisiyatifê û Endamê Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, diyar kir ku di 2 sal û 4 mehên dawî de 65 kesan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: 18 kesan ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dan. 16 kesên din jî ji ber nexweşiyên cuda jiyana xwe ji dest dan. Ji ber li girtîgehan yekîneyên mudaxaleya lezgin tune ye, nikarin bi lez mudaxaleyî girtiyên nexweş bikin. Ji ber vê yekê gelek girtî jiyana xwe ji dest didin.
Girtî Hakan Dumanay ê 41 salî ji 13'ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de ye. Dîsa di heman rojê de Bekîr Biçakçi yê 74 salî ku 34 mehin li Girtîgeha Tîpa E ya Isparta girtî ye, li serşoka girtîgehê ketiye xwar û xwîn çûye ser mejiyê wî. Di 16'ê nîsanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Tevî hemû israra hevjîna wî cenaze rê hevjîna wî nedane. Dîsa Yusuf Paşaci yê 20 mehin li Girtîgeha Êlihê girtî ye nexweş ket û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Paçaçi emeliyat kirin û rakirin beşa venêrtina zêde û jiyana xwe ji dest daye. Divê rayedar li hemberî van pirsgirêkan hestiyar tev bigerin û erka xwepêk bînin."