STENBOL - Dayikên duh li pêş Girtîgeha Tîpa M a Gebze dema xwestin piştgiriyê bidin zarokên xwe yên di grevê de, rastî êrîş û tundiya polîsan hatin, diyar kirin ku ji 9'ê Nîsanê heta îro rastî tundiya polîsan tên û wiha gotin: "Çareserî ne tundî û mudaxaleya li hemberî me ye. Çareserî rakirina tecrîdê ye. Dema zarokên me birçî bin û bihilin, bila kes ji me nepê ku em bêdeng bimînin"
Xizm û malbatên girtiyan bi armanca li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî derkevin, li ber gelek girtîgehan çalakiyan pêk tînin. Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Gebze jî ji 9'ê Nîsanê de li ber girtîgehê di nobetê de ne. Malbat ji roja ewil ve rastî tundî û êrîşa polîsan tên. Duh jî dîsa bi awayekî tund rastî êrîş û tundiya polîsan hatin. Malbat heta niha gelek caran rastî êrîş û astengiya polîsan hatin, lê dîsa bi biryar in ku heta daxwazên zarokên wan pêk neyê û tecrîd ranebe dawî li çalakiya xwe nînin. Duh dayikan dîsa diyar kirin ku "Dema zarokên me birçî bin em nikarin li mala xwe rûnên û li ber Girtîgeha Gebze çalakî pêk anîn. Polîsan bi awayekî hişt li dayikan dan û ew dehf tan û neheqiyên giran li dayikan kirin. Dayikên ku duh rastî tundî û êrîşa polîsan hatin bertekên xwe anîn ziman. Piştî dîmenên tundiyê hatin parvekirin bertek û nerazîbûnên civakê zêde bûn. Ji ber bertek û nerazîbûna civakê ya li ser medya civakî zêde bû, Walîtya Kocaelî daxuyanî da û diyar kir ku wan lêpirsîn daye destpêkirin. Dayikan destnîşan kirin ku ew çi dikin bila bikin wê dîsa biçin ber girtîgehê nobetê bigirin û dengê xwe bilind bikin.
‘EM JI 9'Ê NÎSANÊ VE RASTÎ MUDAXALEYAN TÊN
Cemîle Çiftçî ku yek ji dayika di çalakiya nobetê de ye, diyar kir ku ji roja 9'ê nîsanê ve rastî tundî û neheqiya polîsan tên û wiha got: “Duh em dîsa çûn li pêş girtîgehê rûniştin. Em 5 deqîqeyan rûniştin, polîs hatin em bi zorê rakirin. Piştre bi ava şit mudaxaleyî me kirin. Em di kolanên navberê de belav kirin. Bi taybetî berê xwe dan 3 dayikan. Bi copan tacîz kirin û bi tundî li wan dan. Derb kirin. Hevalên me ji xwe piştî çalakiyê wê vegeriya na. Lê polîs hatin û bi awayekî hişk û tund mudaxale kir û ew derb kirin. Ji bo em bibin dengê zarokên xwe em tên ber girtîgehê. Tenê daxwazek me heye. Em dibêjin zarokên me mafdar in û bila daxwazên zarokên me qebûl bikin. Em aştiyê dixwazin."
‘EM MIRINÊ DIDIN PÊŞ ÇAVÊ XWE Û DIÇIN'
Dayika Ozlem Soyler a 16'ê kanûnê ket grevê û li Girtîgeha Gebze 126 rojin di grevê de ye, Hatice Soyler jî ani ziman ku ji bo ev krîz bi dawî bibe di nobetê de ye wiha got: "Ji 9'ê Nîsanê ve em li ber girtîgehê nobetê digirin û em her roj rastî êrîşa polîsan tên. Duh jî em dîsa bi heman rengî rastî tundiya polîsan hatin. Em 5 deqîqeyan rûniştin polîsan hatin em rakirin. Piştre bi ava şit êrîşî me kir. Dikarîbûn em li wir bikuştana. Lê çi dibe bila bibe em ê tevî her tiştî ji bo zarokên xwe biçin li wir nobetê bigirin. Em di serî de bang li Hevjîna Tayip Erdogan Emine Erdogan û hemû dayikan dikin. Em dibêjin xwe têxin şûna me. Em tenê aştiyê dixwazin. Em dixwazin daxwazên zarokên me yên mafdar qebûl bikin û gavan bavêjin."
‘DEMA ZAROKÊN ME DI PENÇEYÊN MIRINÊ DE BE EM ÇAWA RÛNÊN?'
Dayika Nîhat Ekmez ê li Girtîgeha Tîpa T-2 a Şakranê girtî ye û ji 26'ê Kanûnê ve 116 rojin di grevê de ye, Fehime Ekmez jî anî ziman ku ew bi van êrîşan nikarin wan paşve bikişînin û wiha got: "Ew çi dikin bila bikin. Em ê dîsa biçin pêş girtîgehê û nobetê bigirin. Dema zarokên me di nava pençeyên mirinê de bin em nikarin li malê rûnên. Ji ber vê yekê ew çi bikin bila bikin em ê dîsa biçin li ber girtîgehê Nobetê bigirin."
Dayik Sultan Bozkurt a keça wê ji 1'ê Adarê de di grevê de ye jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Em ji 9'ê Nîsanê ve rastî tundiya polîsan tên. Dixwazin bi van êrişan me bitirsînin. Em mafdar in. Em daxwazên zarokên xwe yên mafdar jî diparêzin. Em piştî hatin pêş girtîgehê em çend caran hatin binçavkirin. Me tu carî gav paşve neavêt. Her ku em çûn pêş girtîgehê gotin 'Xedexe ye.' Zarokên me li girtîgehê dimirin lê ji mere qala qedexeyan dikin. Qala qedexeyên çi dikin Em van qedexe û astengiyan qebûl nakin. Temenê min zêdeyî 60 salî ye. Duh li pêş çavê hemû cîhanê hovîtî kirin. Hovîtiya duh nîşan dide ku tecrîd li ser her kesî heye. Ji ber vê yekê divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Ev êrîş ne tenê li hemberî me ye. Li hemberî her kesî ye. Çareserî ne mudaxale ye. Çareserî rakirina tecrîdê ye. Ew çi bikin bila bikin emê heta dawî li ber girtîgehê nobetê bigirin."